Ji bo serxwebûnxwazên hatin girtin daketin kolanan

Li Katalonyayê, bi sed hezaran kes ji bo nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên alîgirê serxwebûnê yên hatin girtin, daketin kolanan.

Ji rêveberên Komeleya Omnîûm Cûltûral Jordî Cûîxart û ji rêveberên saziya bi navê Asambleya Neteweyî ya Katalan (ANC) Jordî Sanchez, ji aliyê polîsên Spanyayê ve hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn giritn.

Du milîtanên Katalan bi çalakiyan, operasyona polîsên Spanyayê ya ji bo desteserkirina sindoqên referandûmê bloke kiribûn. Bi sed hezaran Katalan xwedî li wan derketin.

Bi sed hezaran kesên li paytexta Katalonya Barcelonayê li hev civiyan, rêveberiya siyasî û zextên li civaka sivîl şermezar kirin. Girseya gel ji bo serxwebûnê dirûşm qîriya. Tê gotin, mirovên ne alîgirê serxwebûnê jî tevlî çalakiyê bûne.

Gelek kes, ji bo polîtîkayên zordar ên Spanyayê yên li dijî referandûmê şermezar bikin, tevlî çalakiyê bûn.