Ji bo endamtiya demdemî a KENY’ê welatê herî bisiûd Elmanya ye

Piştî paşvevekişîna Îsraîlê ya ji endamtiya demdemî, Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY), tê payîn ku Elmanya piştî 15 salan carek din ji bo endamtiyê were hilbijartin.

Li rex 5 endamên daîmî yê KENY’yê 10 endamên derdemî ji bo 2 salan erkdar in û her sal ji van 10  endaman 5 jê tênne nûkirin.

Di KENY’yê de ji bo Rojavayê Ewropayê 2 endamtî hatibûn diyarkirin û ji bo yek endamtiyê jî  Elmanya, Îsraîl û Belçîka namzetiya xwe diyar kiribûb. Lê belê Îsraîl bi biryara duh girtî ragihand ku ji bo endamtiya ku wê 8’ê Hezîranê bê dengdayîn paşve vekişiyaye.

Piştî vekişîna Îsraîlê tê texmîn kirin ku Elmanya ji Belçîkayê hê bêhtir xwedî siud e. Elmanya beriya niha 4 caran endamtiya demdemî ya KENY’yê kirbû û herî dawî di salên 2003-2004’an de di konseyê de cih girtibû.

Tevî Elmanya, Brezîlya, Arjantin, Hindîstan û gelek welatên mezin jî dixwazin hijmara endamên domdar ya li KENY’ê zêde bikin.

Li KENY’ê 5 endamên domdar yên ku mafê wan yê vetokirinê heye DYA, Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanyaya Mezin in. Ev her 5 welat weke serfirazên  Şerê Cîhanê yê 2’emîn ji bo endamatiya daimî hatibûn hilbijartin.

Îsal wê li KENY’ê li cihê 5 welatan ku  Bolîvya, Kazakîstan, Swêd û EtÎyapya jî di nav de  hilbijartin were kirin. Îtalya û Hollanda jî endamtiya 5’emîn parvekiribûn. Îtalya di sala 2017’an de Hollanda jî îsal ji bo cihê ku ji bo Rojavayê Ewropa hatibû diyarkirin parvekiribûn.