'Ji bo azadiya Rêber Apo divê her roj têkoşîn bê meşandin'

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger: Ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo divê her roj têkoşîn bê kirin. Dema me ev kir, dijmin wê têk biçe û serketin bibe ya me.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û qadên gerîla, her wiha bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand.

Şevgera bal kişand ser van xisûsyetan:

'SIYASETA TINEKIRINÊ LI BAKUR, BAŞÛR, ROJAVA Û ROJHILAT TÊ KIRIN'

"Pêvajoyeke şer li Rojhilata Navîn û Kurdistanê heye. Pêvajoyeke demdirêj e, hêzên navneteweyî û dagirker dixwazin bi konseptekê Tevgera Azadiyê tine bikin, ji holê rabikin. Bi taybet li çar perçeyên Kurdistanê, gelên herêma Rojhilata Navîn ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo dixwazin sîstema xwe ava bikin, hêzên dagirker û hegemonîk ên navneteweyî êriş li ser Tevgera Azadî dikin da ku lewaz bikin û ji holê rabikin. Lewma li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê vê siyasetê dimeşînin. 

Dema em temaşeyê dîroka Kurdistanê dikin, ji bo gelê Kurd tune bikin, bitepsînin û bixin bin kontrola xwe, bikin kole û ji bo xwe bidin şixulandin nêzî Kurdan bûne. Dema Kurd vê jiyanê qebûl dike, mafê jiyanê ya ew dixwazin jê re tê dayîn. Lê dema Kurd, fikrê xwe yê azad, nasname û çanda xwe ya azad bixwaze hebûna xwe bidomîne; tê tinekirin û neyî tê hesibîn. Ji ber vê yekê gelê Kurd, li hemberî vê dagirkerî, asîmîlasyon û qirkirinê her tim ber xwe daye, serî hildaye û ev qebûl nekiriye. 

'HER KES BI FIKRÊ RÊBER APO RE YE, DIXWAZE PÊ RE BE'

Tevgera Azadî 40-50 sal in xwe li ser vî bingehî rêxistin dike, hewl dide ji vê re pêşengtî bike û li Rojhilata Navîn ji bo gelên herêmê û mirovatiyê, ji bo gelê Kurdistanê ji bindestî û dagirkeriyê derbixîne têkoşîn dimeşîne. Îro her kes fikrê Rêber Apo nas kiriye, pêre dijî û dixwaze pê rebijî. Li Rojhilata Navîn, gelê Kurd û gelên din her tim bi hev re jiyane û îro di vê serdemê de dixwazin li derdora fikr û felsefeya Rêber Apo bijîn. Ev daxwaz û têkoşîna gelê Kurd û gelên herêmê ji bo berjewendiyên hêzên dîktator, statûkoparêz û desthilatdar dibe astengiyeke herî mezin. Ev hêz, vê têkoşînê ji xwe re astengî dibînin. Ji ber vê yekê dema mijar dibe Tevgera Azadî û têkoşîna Tevgera Azadî, ti qanûn, pîvan û şerê bi pîvan nederbasdar e. Ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê, ev hemû hêzên dagirker dibin yek û êrişên hovane pêk tînin. 

'NIKARIN KURDAN TINE BIKIN'

Em jî dibêjin ku bila dagirker bizanin, dagirkerên herêmê, dagirkerên Kurdistanê bizanin gelê Kurd di dîrokê de jî hatiye dîtin, bi van rê û rêbaz û êrişan tine nebûye û tine nabe. Li hemberî dagirkeriyê her tim serî rakiriye, di şerê xwe de mafdar e; ji ber ku li hemberî tu kesî zilm nekiriye, li hemberî çand û zimanê kesî, axa kesî destdirêjî nekiriye, hezaran sal in li ser vê axê bi fikr, ziman, çanda xwe dijî, xwezayî ye û bi xwezayiya xwe dijî, lewma dagirkerî nikarin gelê Kurd tine bikin. Heta niha nikaribûn tine bikin û ew ê piştî vê şûnde jî nikaribin tine bikin. Bi hewldaneke mezin hatibû xwestin ku Kurd ji hemû hefizaya xwe ya dîrokî were qutkirin, Kurd heta derketina Tevgera Apocî bi rengekî xwedî hişmendiyeke dîrokî û zanebûnekê bû; lê belê bi derketina Tevgera Azadî ve ji ber êrişên li ser çand, ziman û jiyana wan dihat kirin gihaşt zanebûneke birêxistin û zêdetir xwedî li xwe, dîroka xwe, nasname û çanda xwe derket. Jiyana li ser dihat ferzkirin, qebûl nekir. Dît dijmin li çar perçeyên Kurdistanê bi van êrişên xwe yên nû yên qirker û asîmîlasyonîst dixwaze çi bike. Ew ê çawa xwe rêxistin bike, têkoşîn bimeşîne, şer bike û jiyaneke azad bijî, fêr bû û gelên herêmê jî bi vî rengî bandor kir. Tevgera Apoyî ev zelal kir; eger gelekî hebe tenê bi helwesta xwe ya jiyana azad û bi dîroka xwe dikare hebe. Her mirovek tenê bi welat, çand, ziman û dîroka xwe dikare behsa hebûna xwe bike, ger ev nebin tu wateya xwe ya jiyana wî nîn e. 

'LI KURDISTANÊ TEVGERA AZADÎ, RAMAN Û FELSEFEYA RÊBER APO NEMÎNE, ROJA DUYEMÎN WÊ PDK TINE BIBE'

Tevgera Apoyî 40-50 sal in li hemberî dagirkerên Kurdistanê şer dike û ev dagirker ji ber di şerê xwe de nemafdar in, nekarîne tu serketinekê bi dest bixin û encamek bigirin. Şerê hate meşandin di dîrokê de mînaka xwe nîne; şerekî herî giran meşiya, teknîka herî pêşketî li hemberî Tevgera Azadî hate bikaranîn, şerê psîkolojîk di asta herî jor de meşiya. Li hemberî gelê me hezaran girtin, kuştin û qetlîaman pêk anîn. Lê dîsa jî nekarîn Tevgera Apoyî tine bikin. Lewma dijminên Tevgera Apoyî vêya baş bizanin, îro fikr û felsefeya Rêber Apo ji çiyayên Kurdistanê belavî her derê bûye û bûye cihanî yanî xwedî çareseriyeke alternatîf e, xwedî jiyaneke alternatîf e. Yanî dijmin bila bizane ku Tevgera Apoyî bi van êrişên lewaz û tine nabe, berovajî vê ji her demê zêdetir dibe xwedî hêz û bandora mezin û destpêkê li çar perçeyên Kurdistanê û li cihanê destketiyên mezin bi dest dixe. Gelê Kurd bi kuştin û qetlîaman tine nabe, hêzên dagirker çiqas bi ser me ve werin bila werin, lê em dibêjin ew hêzên hevkar û noker ku bi van hêzên dagirker re tevdigerin bila ew jî baş bizanin îro ev îspat bûye ku eger Tevgera Apoyî nebe tu kes nikare bêje, ez Kurd im; ez mirov im, ez heme. Hêzên dagirker, hêzên hevkar û di serî de PDK divê vêya bizane; ger îro hebûna PDK hebe, ji ber saya têkoşîn, fikr û felsefeya Rêber Apo heye, em vêya ji dîroka xwe ya derbasbûyî dizanin. Eger li Kurdistanê Tevgera Azadî û fikr û felsefeya Rêber Apo nemîne, ew ê roja duyemîn jî wê PDK tine bibe.

'PDK TIŞTEK NEKIRIYE, XIYANET LI KOMARA MUHABADÊ KIR, HERÎ ZÊDE PÊŞMERGEYÊN DEMOKRAT ŞEHÎD KIRIN'

Bila gelê me jî vêya baş bizane, dîrokek me heye, em lê binêrin, PDK heta niha ji bo gelê Kurd ti tiştek nekiriye; her tim pêşiya pêşketina gelê Kurd, şoreşa gelê Kurd astengî çêkiriye û astengî çêdike. Bi dijminê gelê Kurd re dibe yek. Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman pratîk kir, dema Şoreşa Komara Mahabadê ji hêzên dagirker ve ji holê hate rakirin, pareke girîng di vir de a PDK jî heye. Bila Demokrat vêya baş bizanin, bila gelê me yê Mûkriyan jî vêya bizanin; gelê me yê Bane, Saqiz, Ûrmiye, Mahabad vêya bizanin. Ji ber ku herî zêde şehîd vê herêma me ya Mûkriyan daye. Yê ku îxanet li Komara Muahabadê kirî û pêşmergeyên Demokrat şehîd xistî PDK bi xwe ye. Lewma em bangî gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin, em vê rewşa PDKê bibînin, dîroka vê partiyê lêkolîn bikin, rola wî ya neyênî û esasî çi ye bibînin. Di sedsala 21’emîn de yekîtiya gelê Kurd divê ava bibe, çi pêşiya wê dibe asteng, çi hizb dibe, çi tevger dibe, heta niha çi kurt û kêmasî hatibe kirin; bi rengekî rexnedayînê nêzîkatî were raberkirin, ji ber tiştên hatine kirin ji gel lêborîn were xwestin. Eger em rast nêzîk dibin, bi rastî jî ji bo gelê Kurd têkoşîn dimeşînin. Wê demê pêwîstî heye ku yekîtiya gelê Kurd ava bibe û li ser vî esasî astengiyên li pêşiya me hene, derbas bikin. Em niha dibînin kî li pêşiya vê asteng e û naxwaze yekîtiya gelê Kurd ava bibe, îro PDK astengiya herî esasî ye û lewma gelê me yê Rojhilat jî Başûrê Kurdistanê jî vêya bibînin.

'DI ÊRÎŞA LI SER ASOS, PÊNCEWÎN DE ME DÎT, MIJAR NE PKK, GELÊ KURD E'

Dîsa bi vê ve girêdayî îro gelê me yê Başûr têkoşîneke pîroz û bi rûmet dimeşîne. Îro dewleta faşîst a Tirkiyê bi PDKê re bûye yek, êrişê Tevgera Azadî dike, êrişê destketiyên gelê Kurd dike û dixwaze Kurdistanê bi giştî dagir bike. Gelê me jî pêwîst e, têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bilindtir bike û helwesta xwe raber bike. Mesela li Asos, Pêncewînê êrişên dewleta faşîst Tirk dike wateya xwe çi ye, me di van êrişan de dît ku hedef ne PKK ye, hedef giştî gelê Kurd e. Ji ber dîsa ev êriş bi destûra kê tê kirin, bi saya kê tê kirin. Eger hevkariyek nebe, ev êriş ne mimkun in ku pêk werin. 

'MA BERÊ PKK HEBÛ, KURD HATIN QETILKIRIN; DIVÊ LI BER VÊ XETA XIYANETKAR A PDK’Ê GEL BERTEKÊN HIŞK NÎŞAN BIDIN, XWEDÎ LI GERÎLA DERKEVIN'

Em dîsa vê dubare dibêjin her tişt girêdayî sekn û helwesta gelê me ye, îro serkirdeyên PDK’ê nêzîkatiyên xwe çawa dibin bila bibin, dema gel vêya qebûl neke û xwedî helwest be, ev îxaneta ku îro dimeşe, ne mimkun e ku pêk were. Niha em dîroka gelê Kurdistanê temaşe dikin, dijmin her tim bi top û tankan êriş kiriye, xwezaya Kurdistanê tine kiriye, gelê me qetil kiriye. Weke ku PDK û hin hevkaran dibêjin ji ber hebûna PKK’ê ev êriş pêk tên, ev lîstikeke mezin e. Ma berê PKK hebû ku hezaran qetlîam pêk dihat? Ji ber vê gelê me divê bi vana nexape û li hemberî vê sekna îxanetkar a PDK’ê helwesteke hişk nîşan bide û xwedî li gerîlayên Kurdistanê derbikeve. Dem dema serketina gelê Kurd û azadiya Rêber Apo ye.

'ÎRAN DI NAVA AMBARGO Û DORPÊÇÊ DE YE, JI MUDAXELEYÊ DITIRSE'

Ji bo Îran û Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta îro li herêmê dimeşe, ji ber girêdanbûna xwe bi Îranê re heye, rasterast Îranê jî bandor dike. Dewleta Îranê jî di hundirê xwe de siyaseta xwe ya tepisandinê berdewam dike. Li Îranê gel feqirtiyeke di asta herî jor de dijî, di vê serdemê de siyaseteke berfireh li dijî Îranê jî tê meşandin. Ambargoyeke mezin li ser Îranê heye. Îran pirsgirêkeke kûr dijî. Her çi qas xwe dijî kapîtalîzm û lîberalîzmê nîşan bide jî. Îro herî zêde lîberalîzmê dijî û sîstema xwe dimeşîne dewleta Îranê ye. Ji ber sîstema xwe netew dewlet e, rêveberên wê her çiqas propagandaya li dijî kapîtalîzmê bikin jî rastî ne bi vî rengî ye. Lewma ji ber pêvajoya îro, Îran di nava tirsê de ye, şerê Ermenistanê çi bû, ev şer bû sedem ku Îran bikeve nav dorpêçê; niha li cihê şer hatiye meşandin dewleta Tirk xwe bi cih kiriye. Niha şerê Afganistan çi bû, sînorê Îran niha di destê Talîban de ye. Derketina NATO, Emerîka hişt ku pêvajoyeke nû çêbibe. Di milê din de Talîban bi îdeolojî û têkoşîna xwe her çi qas em hin aliyên wan rexne bikin û qebûl nekin jî serketinek bi dest xist. Lê Emerîka bi rengekî li hemberî Îranê bikaribe kontrol çêbike, ew xeta sînor vekirî hişt. Hevpeymanek heye. Ji bo Îranê bixin nav dorpêçê, Afganistan dan kontrola Talîban. Lê Îran çima ev qebûl kir, ji ber tirsa xwe qebûl kir. Ji ber pêre sînorê xwe heye. Îran ditirse ku Emerîka Talîbanê li hemberî wî bi kar bîne. Yekem car, Talîban dawet kir û ji bo were Tehranê Îran bi xwe ye. Niha hatina Reîsî çi îfade dike. Milîtarîzebûnê îfade dike. Ji ber bingehê Reîsî leşkerî ye û pêvajoya li pêşiyê dixwazin bi rêya leşkerî sîstemê rêve bibin. 

'HEVDÎTINÊN SÊALÎ PÊK HATIN, ÊRIŞÊN DAWÎ ENCAMÊN WÊ BÛN'

Li ser gel zextê pêk tînin. Ji bo çi gelê Ehwazê rabû serhildanê, daxwaza gelê me yê Ereb çi bû? Divê gelê me yê Ereb, Belûcî vê bizanin Xameney çi gotibû; ‘Min 30 sal berê dewlet rexne kiriye û pirsgirêka avê ya gelê me yê Ereb çareser bikin.“ Lê belê pirsgirêk îsal derketiye, tu bi xwe dewletî, tu dikarî niha çareser bikî, niha bi fermanek dikare ev were çareserkirin. Lê bi vî rengî gelê me dixapînin. Siyaseta polîsê baş û xirab dimeşînin. Gelê me yê Ehwaz, gelê me yê Ereb divê di ferqa vê lîstikê de bin. Em dizanin hin hevdîtin hene, hevdîtinên sê alî hene. Hevdîtinên Kazimî, Îran, Tirkiyê heye. Êrişên herî dawî çêbûn ji ber sedema van hevdîtinan bû. Armanceke din a van hevdîtinan ji bo tinekirina Tevgera Apoyî ye. Lê bila ew jî baş bizanin çi dibe bila bibe Tevgera Apoyî tine nabe. Eger dixwazin rast nêzîkatî raber bikin û pirsgirêkê çareser bikin wê demê pirsgirêkên gelên herêmê, pirsgirêkên gelê Kurd çareser bikin. Ne ku bi rêya xapandin, bi rengekî rast nêzîk bibin. Mînak pirsgirêkên gelên herêmê weke Fars, Beluc, Kurd; yên jin ên civakê çi hene? Pêwîste ev werin nîqaşkirin û çareserkirin. Lê belê tişta tê kirin bi van re ti eleqeya xwe nîne. 

'EM XWEDÎ SÎSTEM, PROJE NE; JI BO WÊ ÊRIŞÎ ME DIKE'

Çawa zêdetir berjewendiyên xwe biparêzin, çawa kî daxwaza azadî û mafê xwe bike bitepsînin her tim li ser vî esasî nêzîkatî raber dikin. Çawa Rêber Apo di parêznameyên xwe de dibêje; 'Eger tu weke wan bî, hebûna te heye, ger wisa nebî, nikarî bijî'. Em jî dibêjin çi qas dijmin bi hev re hevdîtin çêbikin, çi qas plan û projeyan li ser Tevgera Azadî bikin jî serketin a gelê Kurd e, ya Tevgera Azadî ye, serketin a fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Em jî dixwazin bi rêya diyalog pirsgirêkên gelan were çareserkirin, lê dema ev nebe, em her tim ji bo parastin û têkoşîna gelê xwe amade ne. Em weke hêzên leşkerî yên Rojhilatê Kurdistanê di bin rastiya fikr û felsefeya Rêber Apo de dixwazin bigihêjin hemû gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Em vê dibînin, guhertin mecbûrî ne û îro xwe zêdetir ferz dikin. Îran niha çima ew qas êrişê me dike, dizane em xwedî sîstem û rêxistin in û xwedî proje û sîstemeke alternatîf in, lewma me ji xwe re weke xeterî û astengî dibîne.

'ERKEK DÎROKÎ LI SER MILÊ CIWANAN HEYE, DIVÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN'

Weke dawî bila ji ber van kiryarên dijmin, êrişên têne kirin, kes nexape ku em lewaz dikevin, bin dikevin. Berovajî em bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û ji her demê zêdetir bi hêz in. Wisa kes nefikire ku em li hemberî êrişan wê bêdeng bimînin û ev her tim bi vî rengî bidome. Di vê serdema nû de li gorî pêşketinên heyî çi ji bo berjewendiyên gelê me ne, em li gorî wê tevdigerin. Bi îradeya xwe, bi fikr û plan û projeyên xwe tevdigerin em. Dijmin bila vêya bizane, wisa bi rengekî dinê va nizanim hêza wan lewaz bûye, temam bûne nêz dibin. Ev şaş e û di pêşerojê de wê herkes bersiva xwe bigire. Dijmin bi polîtîkayên xwe dixwaze gelê me bixapîne, divê gelê me bi tu awayî baweriya xwe dijmin neyne. Gelên me yên Ereb, Beluc, Fars û Azerî baweriya xwe bi dewletê neynin. Dewlet tiştekî ku ji wan re ava bike û bîne nîn e, tenê ji wan digire, dixwe. Em ê çawa li hemberî dewletê rawestin, em ê bawerî bi hêza xwe ya cewherî bînin, xwe rêxistin bikin. Em ê li hemberî kiryarên dijmin têkoşîn bikin û xwe rêxistin bikin. 

Civaka me ya Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet ciwan pêşengên civaka azad in, em bi her awayî xwe rêxistin bikin, li her derê bi rêxistinî tevbigerin. Erkeke dîrokî li ser me ye, pêwîstî têkoşîneke xurt heye. Ji Îlam, Kirmanşan, Ûrmiye, Merîwan, Xoy, Mukriyan, Sine em ê xwe rêxistin bikin. Em Kurd in, em welatparêz in, em ciwan in, dijmin dixwaze me tine bike, bi ser me ve tê û êriş dike. Wê demê em ê xwe biparêzin, têkoşîn bimeşînin. Tenê bi rêya gerîla xwe rêxistin kirin na, bi her alî ve xwe rêxistin bikin. Ji bo azadiya Kurdistan, azadiya Rêber Apo her roj têkoşîn bikin. Dema me ev kir, dijmin ew ê têk biçe û serketin bibe ya me. Îro dijmin dixwaze bi rêya girtin, sêdare û hwd. tişta me bitirsîne. Lê divê em ji vana netirsin, bizanin ku eger em têkoşîna xwe bikin, ew ê têk biçin. Eger li cihekî bêexlaqî tê meşandin, ciwanên me dikarin bersiva vê bidin, bi vî rengî kiryarên dijmin vala derbixin. Yên ku karê tiryak dikin, madeyên hişbir belav dikin ev hemû karên dijmin in û bi rengekî ciwan dema xwe rêxistin bike, dikare vana ji holê rabike. Bi vî rengî em ê bikaribin xwedî helwest bin û bikaribin bigihêjin hedef û armancên xwe.”