Ji bo astronot ji Marsê re bên şandin, pêwîstî bi 25 salan heye

Li gorî yek ji astronotên berê yên Daîreya Hewakarî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) Tom Jones, ji bo astronot ji Marsê re bên şandin pêwîstî bi karekî ji 25 salan heye.

Gerstêrka Marsê bi 225 milyon kîlometreyî dûrî cîhanê ye. Rêwîtiya ber bi Marsê ve, bi teknolojiya heyî 9 mehan dewam dike. Ji bo çareserkirina hin rîskên derkevin pêşiya astronotan, pêwîstî bi kar û amadekariyeke berfireh heye.

NASA'yê meha Gulanê amûreke fezayî ya bi navê InSîghtê şand Marsê û tê payin ku 26'ê Mijdarê bigihêje marsê. Maliyeta vê yekê zêdeyî 900 milyon dolarî bû. Li gorî Tom Jones, budçeya NASA'yê, ji bo tespîtkirin û çareserkirina rîskên gengaz, heta sala 2043'an têrê dike.

Di rêwîtiya dirêj de tevî atrofiya hestî gelek nexweşî dikarin derkevin pêşiya astronotan.

Her wiha tê payin zerar li rehên diçin retînaya çav bibe. Tevî vê yekê, kêmbûna kalsiyûmê li hestiyan, yek ji van rîskan e.

Tê gotin, yek ji rîskên din ên derkevin pêşberî astronotan, radyasyona zêde ye.

InSîght wê piştî çend hefteyan xwe li Marsê deyne. Bi saya lêkolînên vê amûrê wê astronot karibin li ser zor û zehmetiyên dema bê derkevin pêşiya wan bisekinin.

Mîsyoneke din a Marsê wê sala 2020'an dest pê bike. Di vê mîsyonê de wê nîşaneyên jiyanê û îhtimala jiyanê ya li gerstêrka sor (Mars) bên lêkolîn."