Ji bo alîkariya xurekan a Yemenê peyman hate îmzekirin

Şervanên Hûsiyan ên li Yemenê û saziyên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku ji bo alîkariya xurekan bidin qadên di destê Hûsiyan de wan li hev kirine. Alîkarî di 20’ê Hezîranê de hatibû sekinandin.

Peyman roja Şemiyê li Sanayê ya di destê Hûsiyan de hate îmzekirin. Li gorî peymanê wê kesên herî hejar karibin sûdê ji vê alîkariyê werbigirin.

Di peymanê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku alîkarî wê bi awayekî şeffaf were kirin.

Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku peymaneke wisa îmze kirine. Bernameya Xurekan a Neteweyên Yekbûyî (PAM)’ê got ku “Li Sanayê bi rayedaran re muzakere hate kirin û ji bo ku alîkariya xurekan were kirin, peymanek hate îmzekirin.”

Serokê PAM’ê Davîd Beasley di 18’ê Tîrmehê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku wan ji bo peymanê li ser prensîban li hev kirine.

Ji ber sûcdariyên ku Hûsî di warê alîkariyan de nelirêtiyê dikin alîkarî di 20’ê Hezîranê de hatibû sekinandin.

Li gorî NY li Yemenê ji ber şer 3,3 milyon kes ji neçarî koç kirine û 24,1 milyon kes jî pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye. Ev jî dibe 80 ji sedê nifûsê.

Milîsên Hûsî yên ku Îran piştgiriya wan dike di sala 2014’an de serî hildabûn û di Adara 2015’an de paytext Sana bi dest xistibûn. Li Yemenê ya ku Siûdî û Îran şerê wekaletê dikin, krîza herî giran a mirovî heye.