Ji berxwedêrên ku mohra xwe li Heftanînê da: Amara Roj

Gerîla Amara ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, tevî berxwedana xwe her wiha bi straneke xwe ya li ser hevrêyên xwe bandoreke mezin kir.

Asîmîlasyona çandî û qirkirina fîzîkî ku bi sedan sal in li dijî Kurdan tên kirin, bi her rê û rêbazê hîn jî didomin. Qirikrin, asîmîlasyon, êşkence û zilm bi taybetî li Bakurê Kurdistanê gihîştiye asta herî bilind. Li gel rêbazên şerê taybet, her wiha medya jî bi awayê herî profesyonel tê bikaranîn. Sazî hemû û avaniyên dewletê di xizmeta şerê taybet de ne.

Li gorî dewletê modela herî baş a Kurd ew e ku Kurd bi navê Kurdîtiyê bîra tiştekî nebe. Sedema hovîtiya ku sala 2015'an di dema berxwedana xwerêveberiyê de û ya piştî wê rû da ev bû.

Lê belê ev hesabê dewleta Tirk pêk nehat û ciwanên Kurd berê xwe dan çiyê. Yek ji wan jî Amara Roj bû ku 19'ê Hezîranê li ser girê Qesrokê yê qada Partîzanê şehîd bû. Li navçeya Malazgîrt a Mûşê ji dayik bûbû. Mîna gelek ciwanên Kurd li pêşberî neheqî, zilm û zexta li ser welatê xwe bêdeng nema, biryar da ku bibe hevrêya ciwanên Kurdistanê yên di oxira doza pîroz de şehîd bûn û berê xwe da çiyê.

Amara Roj sala 2015'an tevlî nava refên azadiyê bû. Li ser sedema tevlîbûna xwe wiha digot: "Xizmekî me 15'ê Sibatê li zindanê ji bo Rêbertî bedena xwe da ber agir. Bawerî û îradeya wî gelekî bandor li min kir. Tevî vê yekê şoreş û şerê li Rojava berê min da nava refên azadiyê. Hevrêtî û keda li nava jiyana gerîla bi her awayî bandor li min kir."

Amara ya Serhedî xuya ye berxwedêriya xwe ji çiyayên Serhedê wergirtibû ku li dijî artêşekê bi lehengî şer kir. Di heman demê de ew yek ji nûnerên kevneşopiya dengbêjiyê bû. Wê ji bo hevrêyên xwe yên şehîd bûn distira. Bi stranên xwe her kes li dora xwe dicvand. Bi dengê xwe yê pak û ji dil dibû dengê şoreşê. Gerîla Amara bi qasî berxwedana xwe bi dengê xwe yê ji dil bi stranên xwe yên ji bo hevrêyên xwe yên şehîd bûn bandor li Heftanînê kir.