Ji berriya Babê ber bi çiyayên bi heybet

Li gundê Kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, diya wê Ereb e. Yek ji 7 zarokan e. Çîroka gerîla Gulbahar ji berriya Babê dest pê dike û heta çiyayên bilind ên li Başûr dewam dike.

Her gerîlayên têkoşîna azadiyê xwedî çîrokekê ne. Yek ji van jî çîroka gerîlaya HPG'ê Gulbahar e ku ji El Babê berê xwe da qadên azad.

Gulbahar Botan li bajarê kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, dayika wê Ereb e. Yek ji 7 zarokan e. Ji 5 saliya xwe ve li wêneyê li odeya herî mezin a malê temaşe dikir û meraq dikir bê kî ye. Dema ku hinekî din mezin bû, bavê wê jê re gotiye ku ew wêne yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Piştre 'Apoyî' li mala xwe dît û gav bi gav hîn bêhtir xwe nêzî wan kir. Li nava mala xwe timî li çîroka Apoyiyan guhdarî kir, bi taybetî li gotina bavê xwe: 'Hinekî din mezin bibin û hûn jî bibin mîna wan jinên serbilind'. Heta tevlîbûnê, timî derdora xwe şopand.

ÊRÎŞA ÇETEYÊN EL NÛSRA

Sala 2012'an şevekê bi zorê deriyê wan hate vekirin. Kesên çekdar ku wê piştre hîn bibûya çeteyên El Nûsra ne, bi qareqar ketin hundirê her odeyê û ew li salonê li hev civandin. Çeteyên ku bi Erebî û Tirkî sixêf dikirin, destpêkê televîzyon, radyo û telefon, piştre jî çi li ber wan ket, hemû şikandin. Dûre jî bi qondaxa çekê li bavê wê xistin.

Gulbahar û xwişk-birayên wê fêhm nekirin bê çi qewimî. Bi lêdan, sixêf û gefxwarinê, bavê wê bi hinceta 'Alîkarî daye Apoyiyan' birin.

MÎNA KU PER Û BASKÊ ME ŞIKESTIBÛ

Bi vê gotinê qala wê rojê dike: "Mîna ku tarîtiya şevê bi carekê ve xwe berdabû ser her derê. Em piştî wan derketin derve, lê belê bavê min li wesayitê siwar kirin û bi lez birin. Me tiştek ji kesî re negot. Eger rejîmê bibihîsta wê hîn nebaş bibûya. Mîna ku per û baskê me şikestibû. Dayika min hewl dida hêzê bide me, lê rewşa wê bi xwe jî nebaş bû." Dema ku qala wê wextê dike, ji hêrsa rondik ji çavên wê dibarin.

BIRYAR DA TEVLÎ JIYANA APOYIYAN BIBE

Gulbahar naxwaze teslîmî xemgînî û tirsa li nava malê bi serê wan ve hatiye bibe. Lewma biryarê dide tevlî jiyan û refên azadiyê bibe. Dibêje, "Min xwest di dema rast de tevlî bibim. Ez fikirîm, gelo li benda bavê xwe bimînim û piştre biçim. Min ji xwe dipirsî; gelo di rewşeke wiha de rast e ku ez dayika xwe, xwişk û birayên xwe bi tenê bihêlim? Bavê min gelekî dixwest ku ez tevlî bibim, lewma min biryar da ku li benda zilma çeteyan nesekinim û yekser tevlî bibim." Ji dayika xwe re dibêje, "Dema ku bavê min hat, jê re bêje ku ez jî tevlî çîroka Apoyiyan dibim ku wî ji min re qalê dikir." Bi vî rengî ji malê derdikeve.

RÊYA NÎVCO HIŞTÎ, TEMAM DIKE

Dema ku li ser rêya têkoşîna azadiyê ye, li maleke ku lê dima jê re hate gotin ku YPG'iyan bavê wê ji destê çeteyan rizgar kirine. Rêberê daye pêşiya wan, wêneyekî bavê wê yê bi malbata wê re hatiye kişandin nîşanî wê dide. Gulbahar dema vê dibihîze ji kêfa hevrêyên xwe hembêz dike. Dibêje, "Ez careke din piştrast bûm ku min biryara rast da." Dema ku fêhm kir Apoyî ti carî kesên başiyê li wan dike di nîvê rê de nahêlin, hingî rêwîtiya xwe ya nîvcomayî temam dike.

LI ÇIYAYÊN BI HEYBET ŞER DIKE

Gulbahar niha li çiyayên bi heybet li dijî leşkerên dagirker ên Tirk ku mîna DAÎŞ û çeteyên El Nûsra ne, şer dike. Germahiya hevrêyên wê bûye derman ji êşên wê re. Nameyek ji bavê xwe re nivîsî ye û bi navê 'Hevrêya te Gulbahar a Apoyî' mohra xwe li binî daniye. Qala çîroka xwe ya li ser serê çiyê kiriye.