Ji ber zêdehiya termên leşkeran nexweşxane li sivîlan hate girtin

Artêşa Tirk ku hewl dide herêma Zapê ya li ser sînorê Çelê dagir bike, ji gerîla derbên giran dixwe. Ji ber zêdehiya leşkerên mirî û birîndar, nexweşxaneya dewletê ya li Colemêrgê li sivîlan hate girtin.

Hewldana artêşa Tirk, ku dixwaze herêma Zapê ya li Çelê dagir bike, ji aliyê hêzên gerîla ve tê têkbirin. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê, heta niha bi dehan leşkerên Tirk hatine kuştin. Dîmenên gerîla yên ku ketin kozikên artêşa Tirk, duh di ajansa me de hatibûn weşandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hejmara kuştiyên artêşa Tirk ji yên hatine eşkerekirin gelekî zêdetir e. Leşkerên mirî û birîndar, ji herêma şer radikin nexweşxaneya leşkerî ya li Colemêrgê. Ji ber ku di rojên dawî de gelek termên leşkeran û leşkerên birîndar hatin anîn, nexweşxaneya leşker tijî bû û cih lê nema. Ji ber vê yekê, artêşa Tirk termê leşkerên xwe û birîndarên xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin, nexweşxaneya dewletê ya li Colemêrgê li sivîlan hatiye girtin û ketin û derketina nexweşxaneyê ji aliyê leşkeran ve tê kontrolkirin.

Tê payin, HPG li ser şerê li herêmê îro daxuyaniyekê bide çapemeniyê.