Ji ber şer û felaketên avhewayê wê 170 milyon kes hewcedar bin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber bandora avhewayê û şer wê di sala 2020'î de nêzî 170 milyon mirov hewcedarê alîkariya mirovî bin ku nîvê wan wê li Efrîkayê bin.

Buroya Koordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (BCAH) bang kir û ragihand, ku ji bo alîkariya mirovî ya li tevahiya dinyayê wê sala bê pêwîstî herî kêm bi 29 milyar dolarî hebe.

Li gorî buroyê, ev rêjeya ku ji bo alîkariya însanî pêwîste, tê plankirin ku ji bo mirovên ji ber şer û felaketên avhewayê mexdûr in bê bikaranîn. Li gorî daxuyaniyê sala bê wê herî kêm 168 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî hebe ku nîvê wan li Efrîkayê ne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Yemenê çar ji pêncên nifûsa wê ku 30 milyon kes in, li Sûriyeyê jî 12 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye. Her wiha hate ragihandin ku rewşa li welatên li başûrê Çola Sahrayê jî giran bûye. Hate gotin ku hejmara mirovên li wan welatan pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye li gorî sala derbasbûyî herî kêm bi 15 milyon kesî zêde bûye.

Di daxuyaniyê de rewşa Somalî, Sûdan a Başûr an jî Komara Kongo ya Demokratîk jî hatin nirxandin ku şerê navxweyî li wan herêman mezine û hate gotin, li hin welatan jî ji ber lehî yan jî ziwatiyê dram rû didin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku afetên xwezayî piştî şer sedema herî girîng a duyemîne ku dibin sedema krîza însanî. Mînak li Somaliyê di meha Cotmehê de ji ber lehiyê nêzî 200 hezar mirov ji warê xwe bûn. Tê texmînkirin ku tenê li Somaliyê 6 milyon mirov pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye ku milyonek ji wan zarok in.

Li Komara Kongo ya Demokratîk pêwîstiya 16 milyon mirovî bi alîkariyê heye ku 5 milyon ji wan li nava welatê xwe bi xwe di rewşa penaberiyê de ne. Li Kongoyê tenê ji ber şewba Ebolayê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo çareserkirina krîzê jî pêwîstî bi stratejiyeke pêşvebirinê heye, naxwe wê hejmara mirovên hewcedarê alîkariya mirovî timî zêde bibe.