Ji ber lêniyê li Çînê bi dehan kes mirin, hişyarî hate kirin

Ji ber lêniya li rojhilat û navenda Çînê nêzî 140 kes mirin an jî winda bûne. Rayedaran hişyariya ku wê rewş hê xirabtir bibe da.

Rêjeya ava çemê Yangatze ya çemê herî dirêj ê welat e, gihiştiye asta krîtîk. Li bajarê Wûhan ê cara yekem vîrûsa korona lê peyda bû, bi fikar li bilindbûna avê tê nêrîn. Çemê Yongtze li vî welatê xwedî 11 milyon nifûs gihiştiye rêjeya 3’an a herî bilind a dîroka xwe.

Lêhî piranî li derdorî Yangtze ku beşek mezin a girîng a navenda welat pêk hatiye.

Hikûmetê ragihand ku heta niha 141 kes an mirine an jî winda bûne, ziyan gihiştiye 28 hezar avahiyan û 38 milyon kes jî bi rengên cuda cuda jê bandor bûne.

Ji ber barana zêde ya ji hefteya borî ve dibare, kir ku asta avê bilind bibin. Ev yek ji kir ku rayedar asta zengê bilindtir bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezarata Avadaniyê ve hate dayîn, li welat asta 33 çeman gihiştiye asta rekorê, 433 çem û robar jî rêjeya wê bilind bûye û ev jî rê li ber hişyariya hate vekirin.

Li Çînê karesata lêhiyê ya herî giran sala 1998’an pêk hat. Di vê karesatê de nêzî 4 hezar kes mirin.