Ji ber germaya zêde li Pakîstanê 180 kes jiyana xwe ji dest dane!

Li bajarê Karaçî yê dikeve başûrê Pakîstanê di van rojên dawî de ji ber germaya zêde nêzî 200 mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Midûrê Komeleya ‘Edhî’ ya ku li Pakîstanên rêveberiya morg û ambûlansan dike Faysal Edhî got: “Di nava 4 rojên dawî de 180 kes mirine, ev jî li gorî rewşa asayî 4 qat zêdetire.” diyar kir ku li welat pileya germahiyê gihiştiye 42 pleyan.

Edhî got: “Ev mirinê di carekê de, ji aliyê xizman ve bi germahiya zêde ve girê didin, lê em vê nikarin bi awayekî serbixwe piştrast bikin.

Karaçî, xwedî rêjeya nifusekî 15 milyon e. Germaha îsal rastî meha Remezanê hat.

Servîsên meteorolojiyê jî hişyariya ku li Karaciyê wê germahî hê dom bike.

Di hezîrana sala 2015’an di meha Remezanê de li başûrê welat 1,200 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji vê rêjeyê ji sêyan yek ji kesên bê mal û cih pêk tê. Wê demê alimên ayînî diyarkiribûn ku ji bo kesên rewşa wan nebaş divê rojî negirin.