Ji ber êrîşa li Pîttsbûrghê 11 kes mirin

Li gorî bîlançoya fermî, li bajarê Pîttsbûrghê yê li bakurê rojhilat ê DYA'yê ji ber êrîşa li Sînagogê 11 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Midûrê tenduristiya cemaweriyê ya Pîttsbûrghê Wendell Hîssrîch got, "Ji ber êrîşê 11 kes mirine." Rayedar diyar kir ku ti zarok ji ber êrîşê nemiriye û got, "6 kes jî birîndar bûn ku 4 jê polîs in."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp nerazîbûn nîşanî êrîşê da û diyar kir, divê antîsemîtîzm ti carî bi xweşbînî neyê dîtin.

Trûmp got, "Antîsemîtîzm û zilma li Yahûdiyan tê kirin, yek ji nêzîkatiyên herî tarî û namerdî yên dîroka mirovahiyê ye."

Êrîşa ku roja Şemiyê rû da, êrîşa herî giran a dij bi Yahûdiyan a dema nêz a li DYA'yê ye.

Êrîşkar ji aliyê servîsên polîsan ve dihate naskirin. Tê gotin ku êrîşkar bi giranî litevna medyayê ya marjînal hêrsa xwe ya li dijî Yahûdiyan û biyaniyan nîşan dida. Robert Bowers ê 46 salî bi çeka xwe ya AK-47 û sê debanceyên bi tîpa Glock kete hundirê Sînagogê û heqaret li Yahûdiyan kir. Tê gotin ku êrîşkar gotiye, "Divê hemû Yahûdî bimirin" û gule reşandiye.