Li Ganayê lehî rabû: Bi dehan kes mirin

Li Ganayê ku welatekî li rojavayê Afrîkayê ye, ji ber baranê lehî rabû. Tê gotin, bi dehan kes mirine.

Ava Bendava Bagrê ya li Bûrkîna Faso ku li ser sînorê bakur ê Ganayê ye, ji ber baranê di ser re çû. Vê yekê rê li ber lehiyê vekir û bi deh hezaran kes ji ber lehiyê ji cih û warê xwe bûn.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Rewşa Afetê ya Neteweyî ya Ganayê, herî kêm 34 kes ji ber lehiyê mirine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku agahî ji 2 kesan jî nayê girtin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, 52 hezar kes ji ber lehiyê ji cih û warê xwe bûne.

Rayedaran hişyarî dan û diyar kirin ku ava li Çemê Nakambê ku bendava Bagrê lê hatiye çêkirin, wê bilindtir bibe û ji mirovên li gund û bajarokên li herêmê xwestin ku venegerin malên xwe.