Ji Belçîkayê tê payin ku ji ber mêtingeriya berê lêborînê bixwaze

Piştî ku komeke pispor a Neteweyên Yekbûyî ji ber rabirduya mêtingeriyê ji Belçîkayê xwest ku lêborînê bixwaze, li welêt nîqaşan dîsa dest pê kir.

Flamanên lîberal gotin, divê Belçîka hazir be ji ber sûcên dema mêtingeriyê lêborînê bixwaze. Lê lîberalên Flaman beriya lêborînê nîqaşeke berfireh û lêpirsîneke zanistî xwestin.

Koma pispor a Neteweyên Yekbûyî Duşema bihurî, ji Belçîkayê xwestibûn ku ji ber dîroka xwe ya reş a mêtingeriyê lêborînê bixwaze.

Serokê N-VA yê Flaman Bart De Wever xwest ku ji hêla Kral ve lêborîn were xwestin. Ji ber ku tê gotin serboriya mêtinger bi helkefta Kralê II. Leopold dest pê kiriye û piraniya hovîtiya li Kongoyê vê demê rû daye.

Parlamenterê Tevgera Reformîst a partiya rastgir Rîchard Mîller got, têkilî mijarê nîqaşeke li parlamentê hewce ye û got, ew alîgir e ku lêborîn were xwestin.

2017'an Keskan bi mebesta ku li ser bîra rabirduya mêtinger xebatek were kirin pêşnûmeya biryarê dabû.

HOVÎTIYA KRAL LEOPOLD

Kral Leopold ê II. ku di navbeyna salên 1835-1909'an de jiyayî, ji ber sedema xwemezindîtinê hê jî navdar e. Li gel hovîtiyên ku kirî hê jî li gelek deverên Belçîkayê bîrdariyên li ser wî hene. Leopold 1865'an beriya ku were ser textê kral, difikirî ku Belçîka ya ku li naverasta Ewropayê welatekî notr e, deverinan mêtinger bike.

Pergala mêtinger ku dawiya sedsala 19'an li Kongoyê hatî avakirin, hate asteke pir kambax û komkujiyeke mezin a dîrokê pêk anî. Li ser hejmarê her çendî nîqaş hebin jî behsa kuştina 10 milyon kesî tê kirin. Li gel vê trajediya giran jî li Belçîkayê hê jî li ser vê dema tarî analîzeke cidî nehatiye kirin.