Jelpke: DYA dixwaze şerê li Kurdistanê girantir bike

Parlamentera Partiya Çep a Elman Ûlla Jelpke li ser biryara rêveberiya DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê axivî û got, "DYA dixwaze şerê navbera Tirkiye û PKK'ê kûr bike."

Nerazîbûna Kurdan û dostên wan a li biryara DYA'yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê dewam dike.

Endama Partiya Çep a Meclîsa Federal a Elman Ûlla Jelpke biryara rêveberiya DYA'yê şermezar kir. Jelpke li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rêveberiya Trûmp bi vê biryarê re eşkere kir ku ew li gel dewleta Tirk e.

Jelpke bi bîr xist, rêveberiya DYA'yê di pêvajoya aştiyê de nexwest di navbera PKK û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike û got, "Niha jî biryar da ku bi rêya pereyan pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd teslîm bigire. Dixwaze şerê li Kurdistanê kûrtir û mezintir bibe."

Parlamenter Jelpke ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nêz ve nas dike, li dijî biryara rêveberiya DYA'yê ev nerazîbûn nîşan da: "Bi vê biryarê re me dît ku tifaqa DYA'yê ya li Sûriyeyê bi YPG'ê re kiriye tifaqeke taktîkî ye û ne dostê Kurdan û gelên din ên bindest e. Ya ku li pêşberî me ye, desthilatdariyeke emperyalîst a egoîst e ku ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn bê rehm e."