Jana Hinarê

Di rojên bihurî de rengên kesk û havîn li ber destên şevê, îsal jî xilas dibin. Ev çend roj û şev in. Li ber jana hinarê rudinim. roj û saet diçin. Niha wextê payîza sor e. Payîza zer e, ku ji me re jana hinarê dimîn e.

Xewna hinarê jî heye. Hinar bi biharê re xwediyê xeyalan e. Her mirov û her kes di nav rengên zer de bi birînên xwe ji me re vedibêje. Her kes bi dinyaya xwe ya têr xeyalî bi xwezayê bi çend xezalan bi daristana tenhayî dibîne. Hinek hene jana xwe bi payîzê bi qalikê hinarê re dibînin ku nayê cebar kirin. Carna birînên sedsalî ne ku sor dimîne. Carna jî zer dimîne. Ji ber ku payîz di her wextê de çuyîn e. Em hemî di dinyaya hinarê de digirîyan diêşiyan û bi hilmekê dikenîyan.

Ev lêgerîna bênavber e. Li rawestgehan li quntarên çiyayan, li kolana bêziman. Jana Hinarê ew e ku dinyaya me ya hibra pênusê ye. Qurnefilên ku nayên jibîrkirin jî di rupelên şev-xewnê de qet venabêj. Payiz bi hinarê re kul û jana keseran qise dike. Di navbera demsalan de xeyalek bêpêjn heye. Çuyîn û hatin di bîra me de ye. Dilopên baranê bê deng bi ser serî me de tê xwarê, gelo? Haya esmanên şîn çiqas ji qêrina me heye ku li ti deveran nayê seh kirin.

Her yek ji me tenê yek caran bêriya xwe û bêrîkirina rengê xwe yê veşartî digere. Dibe ku em kêm in, an jî nîvco dizanin. Dinyaya heb hinarê, di vê payîzê de dide der. Ev payîz payîza çuyînê ye. Jana hinarê ye.

Dinyaya payîzan e di stuyê me de her bêdeng û deyndar dihêle. Serpêhatiya umrê dirêj e. em wih dizanin wiha dibînin. Bêrika me di bajarê qerebalix de kevnar dimîne. Em hemî li ber pencereya payîzê jana xwe û jana hinarê hûr û kûr bi tîpên bisteh dibêjin. Em hemi wek her deman wek her wextan di pencereya payîzê de li xwe û zeman digerin. Lewma ti kes bi birîna xwe re û di şevên payîzê de ti kes jana hinarê bi stranekê dengbêjî nabêje. Di civatê de, di newalekê de ji me re bi lêv nekir. Divê êşa hinarê ji lêva şevê bibare. Niha Roj û wextên jana hinarê û payîzê ye.