Ingiltereyê seferên balafiran ên ji bo Misrê rawestand

Rêyên hewayî yên Ingiltereyê ragihand, wan seferên balafirên ên ji bo Misrê ji şevê din ve rawestandine.

Hate ragihandin ku bi hinceta 'êrîşên terorîstî' sefer hatin rawestandin. Her wiha ji bo welatiyên Ingiltere hate gotin, ji bilî rewşên mecbûrî bi rêyên hewayî neçin Misrê.

Şîrketa Rêya hewayî ya Elmanyayê jî ragihand ji bo rojekê firînên balafirên ên ji Mûnîhê û Frankfûrtê rawestandine.

Rayedarên Ingiltere jî di daxuyaniyê de gotin, ''Li tevahiya cîhanê ji hêla ewlehî ve hemû tevdîran didin ber çavan. Firînên ji bo Kahîreyê jî bi kêmanî ji bo 7 rojan hatine rawestandin.''

Wezareta Hewevaniya Sivîl a Misrê jî got, ew bi Sefareta Brîtanyayê ya li Qahîreyê ê rayedarên Brîtîsh Aîwrasê re di pêwendiyê de ne.

Ên ku wê biçûna Misrê û rêwîtiya wan hatiye taloqkirin li ser medyaya sosyal hin nameyên bi vê naverokê par ve dikin.