ICAN: Polîtîkaya nukleere ya DYA û Rûsyayê taloke ye

Koalîsyona Civaka Sivîl a Global Kampanyaya ji bo bi temamî Ji Holê Rakirina Çekên Nukleerê (ÎCAN) diyar kir guherînên siyasî yên li DYA û Rûsyayê yên vê dema dawî ya li ser çekên nukllerê gef e.

ÎCAN, rêxistina dijberê nukleere ku 2017’an Xelata Aştiyê ya Nukleerê standiye got politikaya nükleerê ya Rûsya û DYA’yê bi qasî ya Koreya akur taloke  ye.

Berpirsê ÎCAN’ê Beatrîce Fîhn li Cinêvê daxuyaniyek da nûçegihanan û diyar kir ew ji hevdîtina di navbeyna Serokê DYA’yê Donal Trûmp û yê Koreya Bakur Kîm Jong Un , ku tê payin siberojê bibe, bi kêfxweş in. Washîngton ji vê civînê hêvî dike ku Koreya Bakur dev ji daxwaza nukleere biqere.

Fîhn politikaya Amerîka û Rûsyayê destnîşan kir û got, ‘’biya min ev bi qasî nukleera Koreya Bakur taloke ye.’’

5 ji hêzên xwedî nükleerê Çîn, DYA, Fransa, Ingiltere û Rûsya Peymana Astengkirina Berbelavbûna Çekên Nukleer îmze kirine. Ev Peyman heftiya were di civîna Cinêvê de wê bibe mijareke sereke. Di civînê de wê nîqaş li ser peymanê werin kirin ku tê payin 2020’peyman were nûjenkirin.