Hûsiyan ragihandin ku wan li hedefên Siûdî xistine

Raperînerên Hûsî yên Yemenî ragihandin, wan bi droneyan li tesîsên girîng ên Erebîstana Siûdî xistine.

Qenala televîzyonê Masira ya ser bi Hûsiyên Şîa li gorî agahiyên ji çavkaniyekî leşkerî wergirt, ragihand ku êrîş li dijî hedefên Erebîstana Siûdî hatiye kirin. Televîzyonê li ser dem û cihê êrîşê agahî neda.

Li gorî nûçeyê, çavkaniyê leşkerî got, "Ev operasyona leşkerî ya girîng bersivek li êrîş û dorpêçiya li ser gelê me ye. Em amade ne êrîşên girantir bikin."

Erebîstana Siûdî ragihand, ji çar keştiyên li peravên Mîrnişînên Fuceyre yê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî bûn hedefa êrîşê, du keştiyên wan ên petrolê hene.

Mîrnişîniya Fuceyre li devê kendava Hurmuzê ye. Rayedarên Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî li ser şêwe û cihê êrîşê, her wiha li ser kiryarê êrîşê daxuyaniyeke eşkere nedan.

Koalîsyona Siûdî-Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku piştgiriyê ji dewletên rojavayî werdigirin, ji Adara 2015'an ve li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dike. Yemen veguheriye qada şerê wekaletê di navbera Siûdî û Îranê de. Li Yemenê krîza herî giran a însanî rû daye.