HPG: Li Xakurkê, Şemzînan û Pasûrê 7 leşker û 7 kontra hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şemzînanê de bi kêmanî 7 leşker hatin kuştin. HPG’ê çalakiya sabotajê ya li Pasûrê jî li xwe girt. HPG’ê got, di çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin.

HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidar xist.

HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî parve kir:

LI XAKURKÊ FERMANDARÊ OPERASYONÊ JÎ NAV DE 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Hêzên me yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Ermûş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Paratinê yên Medyayê kemîn datînan xiste bin kontrola xwe. Hêzên me demeke dirêj yekîneya dijmin xiste bin kontrola xwe û roja 20’ê Îlonê saet 06:20’an li geliyê Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê çalakî lidar xist. Di vê çalakiyê de fermandarê operasyonê jî di nav de bi giştî 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 07:45’an artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

LI GIRÊ LEYLEK 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 18’ê Îlonê saet 06:40’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi xurtî li çeper û baregehên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Heman rojê saet 13:20’an hêzên cara duyemîn yekîneya dijmin a li Girê Leylek kir hedef. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, gelek çeper hatin rûxandin qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Di çalakiyê de çeka giran A-4 ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombebaran kir û bi helîkotperên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.

Yekîneyên me yên ev çalakî kirine bi silametî gihiştin baregehên xwe.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker ji bo îmhakirina hêzên me yên gerîla serî li gelek rêbazên qirêj dide. Yek ji vana jî kesên kontra-sîxur rêxistin dike û bi awayekî weke sivîl dişînin qutkirina daran û hincetên din dişînin qadên gerîla, bi xebatên keşfê, şopandina tevgera gerîla, ji bo tespîtkirinê erkdar dikin. Ev kontra û sixûrên hene dema têkildarî gerîla agahiyekê digrin ji dewleta Tirk re radighînin û bi êrîşên hewayî dixwaze gerîla îmha bike.

LI PASÛRÊ 7 KONTRA HATIN KUŞTIN

Roja 12’ê Îlonê saet 20:00’an bi vê armancê li dijî kontrayên ku hatine qadên gerîla li herêma Beyrok li ser rêya Pasûr-Mûşê çalakiya sabotajê hate lidarxisitn. Ev çalakî dema derbasbûna wesayîta kontra têdebûn pêk hat. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.

YÊN LI PASÛRÊ HATINE KUŞTIN KONTRA Û SÎXUR IN

Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst û mêtînger û çapemeniya wê bi berevajîkirineke mezin ev kesên he weke sivîlên ku dar komkirine lanse kiriye û bi rojan propagada kiriye. Gelê me û raya giştî dizane ku xelkê sivîl û heta cerdevanên normal ên gund ne di hedefa me de ne. Yên li vir bûne hedef ne sivîl û cerdevanên normal ên ku dewleta Tirk qala wan dike ye. Ev kesane kontrayên taybet ên ji aliyê dewleta AKP-MHP’ê ve ji Mûş, Pasûr û Êlihê hatine û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dide karkirin e. Hemû jî kontrayên li dijî gel û şoreşê yên dewlet bikartîne ye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa TC’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin, di vê çarçoveyê de;

Balafirên şer 19’ê Îlonê saet navbera 13:30’î li gel devera Werxelê ya Herêma Avaşîn, derdorî gundên Bêreşê û Bêpalanê yên girêdayî Herêma Qendîlê, dîsa saet 23:00’an jî qontarên Girê Partîzan a Herêma Heftenîn bombe kiriye.

16’ê Îlonê jî balafirên şer saet 08:30’î devera Gundê Guzê ya Herêma Garê û saet 14:00’an jî derdorî gundê Yekmalê yê Herêma Garê bombe kiribû.

Di van bomberdûmana de ti ziyanek negihiştiye hêzên me.”