HPG: Li Lêlîkanê 4 leşkerên dijmin hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Roja 5'ê Kanûnê saet 09:20'î li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 15'an careke din li leşkerên li ser girê Lêlîkanê xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li çeper û stargehên dijmin hate xistin, kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê agahiyeke zelal bi dest neket.

4'ê Kanûnê saet 13:50'î derdora gundê Şêlazê yê bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê hate bombekirin. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû. Ti zerar negihişt hêzên me."