HPG: Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 3 çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê hatin kirin de bi kêmanî 5 leşker hatine kuştin.

HPG’ê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar de, 20’ê Îlonê saet 12:40’î li dijî kuleyên nobedê yên ewlekariya qereqolo Zêrîne ya girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê çalakiyek kirine. Di vê çalakiya bi xurtî li leşkerên li dorî kuleya nobetê bûn hate xistin de leşkerek hate kuştin

Dema ku wesayîta Reo bi armanca mudaxeleyê hate herêmê bûn hedefa hêzên me. Di encama gulereşadina dijwar de wesayît hate derbkirin û li vir jî 2 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar ûbn.

Hêzên me heman demê leşkerên dubare ji bo mudaxeleyê û leşkerên li dorî kuleyê kom bûbûn kirin hedef. Di encama lêdana xurt a hêzên me de 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê derdor bi ketober gule reşandin, kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûrxistin.”

HPG’ê li ser êrîşên esmanî jî ev agahî parve kir: “20’ê Îlonê saet derdorî 11:00 heta 13:00 balafirên şer ên Tirk a dagirker derdorî gund Kozinê yê girêdayî herêma Qendîl û saet derdorî 17:00’an jî derdorî Çemankê ya girêdayî herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomber kirine.

Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”