HPG: Faîk Ecer ji aliyê çeteyên AKP-MHP’ê  hatiye qetilkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku welatparêzê bi navê Faîk Ecer di 24’ê Gulanê de li Elkê ji aliyê çeteyên AKP-MHP’ê hatiye qetilkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku welatparêzê bi navê Faîk Ecer di 24’ê Gulanê de li Elkê ji aliyê çeteyên AKP-MHP’ê hatiye qetilkirin.

Li ser malpera HPG’ê têkildarî qetilkirina welatparêzê bi navê Faîk Ecer ev daxuyanî hate belavkirin:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji sala 2015’an û vir ve li Kurdistanê şerekî dagirker dide meşandin. Li hemberî vê faşîzmê gelê me û tevgera me bi berxwedaneke mezin bersivê dide vê faşîzmê û hemû planên dijmin pûç kirine. Hêzên dagirker ên ku li hemberî berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û li hemberî gelê me têk diçin, bi komplo û komkujiyan dixwazin gelê me bitirsînin û nakokiyê têxin navbera tevgera me û gelê me. Dewleta dagirker a Komara Tirkiyeyê berê jî bi hezaran cinayet kiriye û îro jî bi destê çeteyên xwe yên AKP-MHP’ê cînayetên xwe didomîne. Çeteyên AKP-MHP’ê di 24’ê Gulanê de li Elkêya Şirnexê welatparêzê bi navê Faîk Ecer qetil kirine.

Faîk Ecer û kurê wî yên ku li gundê Dolê ya Elkê dijîn, dema ku diçin avê, di navbera gundên Pîrosa û Batê de ji aliyê 3 çeteyên AKP-MHP’ê hatiye sekinandin û Faîk Ecer li vê derê bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Ji nav van çeteyan, du çeteyan çekên gerîlayan li xwe kirine û hewl dane vê cînayetê têxin stûyê tevgera me. Yên çekên gerîlayan li xwe kirine demançe berdane û yê sivîl jî kaleşnîkof pê re hebûye. Divê hemû raya giştî zanibe ku tu eleqeya me bi vê bûyerê tune. Ev bûyer çalakiyeke kontrayî ya çeteyên AKP-MHP’ê ye. Faîk Ecer ê ku hatiye qetilkirin li herêma Kaşûra welatparêzekî hêja ye û bi têkoşîna xwe bi salan milîstî ji hêzên me re kiriye. Di şexsê Faîk Ecer de li dijî welatparêziya herêma Kaşûra êrîşek hatiye kirin.

Gelekî manîdar e ku ev êrîş beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê pêk hatiye. Bi vê cinayetê re dewlet dixwaze gelê Botanê bitirsîne. Herêma Kaşûrayê jî herêmeke welatparêz e  û xwedî li nirxên Kurdistanê derdikeve. Li hemberî vê êrîşa bêbext û hovane, ew ê gelê me yê Botanê bersiva pêwist bide.

Em sersaxiyê ji malbata Ecer re dixwazin û sozê didin ku em ê hesabê van qetlîaman ji dijmin bipirsin.”