HPG'ê şehîdên Cûdî bi bîr anî

HPG'ê gerîlayên li herêma Cûdî di şer û bomberdûmanê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "9 hevrêyên me dema ku herêma Cûdî ku dergûşa mirovahiyê ye diparastin şehîd bûn. Em her 9 şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Artêşa TC a dagirker ji 31'ê Cotmehê heta 3'ê Mijdara 2018'an li herêma Cûdî ya Şirnexê operasyoneke berfireh kir. Di vê çarçoveyê de;

1'ê Mijdarê saet 6'an balafir û helîkopterên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma operasyonê barandin. Piştî bomberdûmanê saet 10'an bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên artêşa TC a dagirker li herêmê hatin danîn. Di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Heman rojê saet 22'an, balafirên şer bomberdûmaneke giran li qada Deriyê Hirçê kirin.

Roja 2'ê Mijdarê bi helîkopteran hêzên dagirker li qada Deriyê Hirçê hatin danîn. Piştre di navbera hêzên me û yekîneyên dagirker de şerekî giran qewimî. Hêzên me heman rojê li dijî hêzên operasyonê yên li Deriyê Hirçê du çalakî kirin. Yek jê saet 11:30'î ya din jî saet 15'an pêk hat.

Operasyon roja 3'ê Mijdarê qediya. Sîstema TC a dagirker di dema operasyonê de bomberdûmaneke giran li herêma Cûdî kir û zerareke mezin da vê erdnîgariya qedîm a mirovahiyê. Hejmara leşkerên dijmin ên di 4 rojên operasyonê de hatin kuştin û birîndar bûn zelal nebû. Di operasyonê de hevalên me Roza, Mazlûm, Tîrêj, Şevger, Çekdar û Kato ji ber şer û bomberdûmanê şehîd bûn. Hevrêyên me Sorxwîn, Zana û Karli yên bi giranî birîndar bûn ji bo dîl nekevin destê dijmin bi bombeyên xwe xwe şehîd xistin. Nasnameyên hevrêyên me Şevger û Karli dema zelal bû wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Roza Tolhildan Serhat
Nav paşnav: Nîfsîcîhan Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hazal-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Tîrêj Amed
Nav paşnav: Abdûrrahman Saltan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Turkî-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Sorxwîn Ekîn
Nav paşnav: Cevahîr Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Mazlûm Erdal
Nav paşnav: Huseyîn Dervîşî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Şemam-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Çekdar Cîlo
Nav paşnav: Serhat Gerem
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Feyrûze-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Zana Çirav
Nav paşnav: Serdem Kaçar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatma-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

Nasnav: Kato Sêgirkê
Nav paşnav: Mehmet Babat
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Behiyecan-Şexvan
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2018'an / Şirnex

9 hevrêyên me dema ku herêma Cûdî ku dergûşa mirovahiyê ye diparastin şehîd bûn. Em her 9 şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev keç û xortên leheng ên gelê me ku her yek ji wan ji herêmeke Kurdistanê ne, bi wêrekî û biryardariya xwe rê nedan dijmin û li dijî dagirkerên ku jê heye dikare bi teknolojiya xwe gelên me teslîm bigire bi lehengî şer kirin û destana qehremaniyê nivîsandin. Şehîdên me ku bi çanda berxwedanê ya PKK'ê şareza bûn, ti carî teslîmiyet û esaret qebûl nekirin. Bi ruh û cesareta xwe li dijî dagirkerî, barbarî û mêtingeriyê, bûn mizgîniya rojên azad ên gelê Kurdistanê. Gelê me çiqasî bi van ewladên xwe yên hêja û leheng serbilind be, hêja ye.

Bila serê malbatên me yên hêja yên şehîdan, gelê Botanê yê welatparêz û hemû gelê Kurdistanê sax be. Em her yek ji 9 hevrêyên xwe ku bi şiyara 'Rêbertiya Azad - Kurdistana Azad' têkoşiyan, li xaka Botanê li dijî mêtingeiryê şerekî mezin kirin û şehîd bûn careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê bi bîranîna wan têkoşîna xwe bi ser bixînin."