HPG'ê şehîdên Botanê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê di sala 2020'î de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em soz didin ku hevgirtina azad û biratiya gelan teqez pêk bînin ku armanca şehîdên me bû."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehîdên Botanê ev agahî parve kir:

"Têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî her roj hîn bêhtir mezin dibe û ber bi serketinê ve diçe. Vê pêvajoyê em di demeke dîrokî de ne ku her sal, her meh, her roj û her saetên wê bi berxwedanên girîng têne dagirtin û biwatekirin. Yên ku doh, îro û siberoja me afirandine, bi wate kirine, bi berxwedanê dagirtine û nirx dane, şehîdên me ne. Bi armancên xwe yên paqij ên hevrêyên me yên şehîd, bi dilên xwe yên ji bo mirovahiyê lê didin, bi bawerî, hêvî, îrade û biryardariya xwe ji bo azadiya gelan û pêkhatina sosyalîzma zanistî ya demokratîk têkoşiyan. Tevgera PKK'ê ku şoreşgerên herî esîl û bi biryar ên gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê ber bi xwe ve kişand, bi têkoşîna xwe ya enternasyonalîst a ku neteweperestiya pûç parçe kir, bû hêviya azadiyê ya gelan. Hevrêyên me Gulbahar, Rizgar, Devran û Dijwar ku ev hêvî dewam kirin, di Îlona 2020'î de li qada Kato Marînos a herêma Botanê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Agahiyên il ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne nû zelal bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, gelên Kurd û Ermen ên welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku hevgirtina azad û biratiya gelan teqez pêk bînin ku armanca şehîdên me bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulbahar Çirav
Nav paşnav: Zozan Şalci
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Behiye-Remzî
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan

Nasnav: Rizgar Serhat
Nav paşnav: Bedirxan Pala
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Beyaz-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan

Nasnav: Devran Rûbar
Nav paşnav: Mûrat Maysan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Melîha-Fettah
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan

Nasnav: Dijwar Mazlûm
Nav paşnav: Abdûlkadîr Aktoga
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Melîke-Şakir
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan

GULBAHAR ÇIRAV

Hevrêya me Gulbahar li nava malbateke gelê Ermen ku yek ji gelên qedîm ên Kurdistanê ye, li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Têkoşîna azadî û hebûnê ya rewa ya gelê Kurd ji nêz ve nas kir, ku mîna gelê xwe yê Ermen dibe hedefa êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger. Hevrêya me Gulbahar her ku têkoşîna me ya hebûn û azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin nas kir, hîn bêhtir kete bin bandora têkoşînê. Baweriya xwe bi felsefeya jiyan û hevgirtina azad a gelan anî ku xwe dispêre perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo û gihîşt wê têgihiştinê ku bi vê felsefeyê êş û qirkirina li ser vê xakê wê bi dawî bibe. Jê bawer kir ku tenê bi têkoşîneke li ser vê bingehê gel dikarin azad bibin. Hevrêya me Gulbahar ku hêzên me yên gerîla berê nas kir û kete bin bandora jiyan, têkoşîn û hevrêtiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, dis ala 2013'an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû navê yek ji fermandarên efsanewî yên Botanê Şehîd Gulbahar Gulhat li xwe kir û ji bo bibe hêjayî Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd gelekî hewl da. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar li her qada jiyana gerîla şareza bû. Hevrêya me Gulbahar ku di heman demê de hevaleke jîr û jêhatî bû di mijarên leşkerî û îdeolojîk de jî xwe bi pêş ve bir. Hêrsa xwe ya li dijî dijminê qirker xwe bi pêşvebirinê bi rêxistin kir û li benda wê kêliyê ma ku derbê li dijmin bixe. Hevrêya me Gulbahar ku bi rengekî hevgirtî nêzî karên şoreşê bû tevlî her karî bû. Bi taybetî weke gerîlayeke YJA Starê rola xwe ya pêşengiyê ya di şer û jiyanê de dît, hewl da sekneke li gorî vê yekê nîşan bide. Ji bo vê jî zanî bû ku divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike. Lewma girîngiyeke mezin da perwerdeyê û her kêliya jiyanê ji bo xwe kir qada perwerdeyê. Piştî ku dijmin ji sala 2015'an û pê ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qadan dest bi êrişê kir, li herêma Zapê cihê xwe di nava şerê dijî dijmin de girt. Di vê pêvajoya şer de bi wêrekî û morala xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re û pêşengî kir. Beşdarî gelek çalakiyên êrişê yên li dijî dijmin bû û di wergirtina encamên serketî de tevkariyeke girîng kir. Di vê pêvajoya şer de 2 caran birîndar bû, lê tevî vê yekê jî li gorî kesayetiya xwe ya têkoşer gav bi paş ve neavêt û bi topeyeke hîn bilintir, bi rêbazeke hîn encamgir, bi hêrseke hîn mezin careke din berê xwe da eniyên şer. Hevrêya me Gulbahar ku demeke dirêj fermandarî kir, xwest tecrûbeyên xwe yên di şer de wergirtî li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Hevrêya me Gulbahar ku kûrbûna xwe hemû li ser vê bingehê bû, demekê perwerdeya fermandarbûyîê wergirt û weke fermandara herêmê derbasî qada Botanê bû. Hevrêya me Gulbahar ku haya xwe ji mîsyona xwe ya li Botanê hebû, her tim da ser şopa fermandarên pêşeng ên Botanê Adil, Gelhat û Gulbahar Gulhatan û bi biryar tevgeriya ku têkoşîna van hevrêyan bi serketinê tacîdar bike. Ji bo vê jî timî dijmin şopand û li benda wê kêliyê ma ku derba mezin li dijmin bixe. Tevlî gelek çalakiyên serketî bû, ew koordîne kir û wezîfeya xwe ya fermandariyê bi rengekî serketî bi cih anî. Di têkiliyên hevrêtiyê de ji dil û xwezayî bû û bi saya vê taybetmendiya xwe bandor li hemû hevalan kir. Li çiyayên Kurdistanê ku bi îdîaya bibe jineke azad hat, di her kêliyê de bi rengekî azad jiya û têgihişt ku azadî bi parvekirinê bi wate dibe. Bi vê têgihiştinê di jiyana komunal de bi israr bû û pêşengî kir. Weke jineke Ermen a esîl û berxwedêr, xwe gihand azadiyê, kesayetiya Apoyî ya enternasyonalîst û bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava dîroka azadiyê ya jin û gelên Rojhilata Navîn de girt. Armanca herî mezin a hevrêya me Gulbahar hevgirtina azad a gelan bi taybetî jî gelên Kurd û Ermen bû. Em soz didin ku em ê vê hevgirtinê û Neteweya Demokratîk a Rojhilata Navîn bi cih bînin.

RIZGAR SERHAT

Hevrêyê me Rizgar li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û lê mezin bû. Di salên 1990'î de polîtîkayên zext, asîmîlasyon û koçberkirinê yên dewleta Tirk ku li ser gelê Kurd dimeşan, ji nêz ve dît û heman polîtîka li dijî malbata wî jî hate kirin. Malbata hevrêyê me Rizgar destpêkê koçî Colemêrgê dike, piştre jî derbasî Wanê dibe. Ji ber welatparêziya malbata wî di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike, hîn di vî temenî de ji têkoşîna azadiyê û gerîla hez dike. Hevrêyê me Rizgar her ku mezin dibe hişmendiya xwe ya welatparêziyê xurt dike û dikeve nava lêgerîna têkoşînê. Di vê demê de li nava karên ciwanan bi roleke girîng radibe û li aliyê din jî xwendina xwe dewam dike. Di salên ku diçû Zanîngehê de kar dike, lê belê digihêje wê baweriyê ku karê dike bersivê nade demê. Bi vî rengî biryarê dide ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Rizgar diyar dikir ku polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger faşîst ên li dijî gelê Kurd ku ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir e, divê neyên qebûlkirin û rêbazên têkoşînê li gorî vê yekê bêne diyarkirin. Tevlîbûna li nava refên gerîla jî weke bersiva herî mezind ît û sala 2013'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rizgar ji roja ku tevlî bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar, têgihiştî û wêrek bala hevrêyên xwe kişand û piştre jî ev sekna xwe bi îstiqrar dewam kir. Hevrêyê me Rizgar zû bi girîngiya bûyîna gerîlayekî profesyonel hesiya û xwe ji bo perwerdeyên leşkerî pêşniyar kir û ev pêşniyar hate qebûlkirin. Li qada perwerdeyê hewl da bi rengekî serketî bixe meriyetê û ev yek jî di asteke mezin de bi ser xist. Hevrêyê me Rizgar gelekî hewl da ku felsefeya Apoyî fêhm bike, bi cih bîne û her tim digot, 'Em neçar in ku jiyana hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştine, dewam bikin'. Ji bo kûrbûna xwe bixe pratîkê xwe ji bo Botanê pêşniyar kir. Hevrêyê me Rizgar bi pratîk û wêrekiya xwe ya li Botanê zû hînî derdor û hevrêyên xwe bû û di demeke kurt de bû hevrêyek ku li nava hevrêyên xwe cihê wî diyar e. Hevrêyê me Rizgar pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji bo hevrêyan hemûyan bû mînakekî baş.  Sala 2016'an bi rengekî çalak cihê xwe di nava Berxwedana Xwerêveberiyê de girt û ji bo vê rola xwe bi ser bixîne, hewl da. Ji sala 2015'an dema derbasbûna qada Botanê û heta sala 2020'î li Botanê karê pratîkî kir, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Bi kesayetî û sekna xwe ya li nava jiyanê, tiştên hîn bûne hînî hevrêyên xwe kir û gelek hevrêyên xwe bi vî rengî perwerde kir.

DEVRAN RÛBAR

Hevrêyê me Devran li Wanê ji dayik bûye û helwesta exlaqî û polîtîk a gelê me yê Wanê ya ku berdêlên mezin daye tevgera me ya azadiyê bandoreke mezin li ser heval Devran çêkiriye. Ji ber ku ji derdora wî mirov tevlî nav refên me bûne û şehîd bûne, vî tiştî meraqek bi heval Devran re çêkiriye. Heval Devran hatiye ser vê fikrê ku divê tola gelê me yê ku qetlîam li ser tê kirin, were stendin û di sala 2015’an de tevlî nav refên me bûye.  Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi perwerdehiyên sereke dest bi gerîlatiyê dike. Di demên destpêkê de piçekî bitengije jî bi piştgiriya hevalên xwe zû adapte dibe. Jiyan û rêhevaltiya gerîla li ser wî bandoreke dike û ew jî êdî wekî kirdeyeke vê jiyanê bi awayekî çalak tevlî vê jiyanê dibe. Heval Devran di nav refên me de bi ked û hewldana xwe nirx afirandiye. Heval Devran taybetiyên xwe yên saf û paqij bi taybetmendiyên milîtanî yên Apoyî kiriye yek û wî xwe wekî berpirsyarê azadiya Rêbertî û gelê me dîtiye. Wî tevlêbûna xwe ya li ser esasê hestiyariyê roj bi roj vegurandiye tevlêbûneke polîtîk û biryardariyê. Wî xwe bi paradîgmaya Rêber Apo perwerde kiriye û tevlêbûneke îdeolojîk pêk aniye. Piştî ku di warê îdeolojîk de xwe perwerde kiriye, çûye akademiyên leşkerî. Bi performanseke bilind tevlî perwerdehiyên li akademiyan bûye û di perwerdehiyên leşkerî de bûye pispor û gerîlayekî Modernîteya Demokratîk. Li Bakur şerê li dijî dewleta Tirk a qirker û gerîlatiya li Bakur xeyalê hemû gerîlayan e. Pêşniyaza heval Devran tê qebûlkirin ku biçe li Bakur şer bike. Bi gerîlatiya xwe ya li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên xwe polîtîkayên qirkirinê yên dijmin kiriye. Heval Devran bi dilsoziya xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mînak û wê her dem pêşiya me ronî bike. 

DIJWAR MAZLÛM

Hevrêyê me Dijwar li Êlihê ya ku bajarê serhildanê ye ji dayik bûye.Ji ber ku malbata wî û derdora wî welatparêz bûye, wî di temenekî biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye. Di ciwaniya xwe de civaka ku tê de ye analîz kiriye. Hevrê Dijwar fêm kiriye jiyana li Kurdistanê bi xwe jî têr dike mirov bizanibe rastiya dijmin çawa ye û serwext bûye ku divê li hemberî rastiya dijmin têkoşîn were kirin. Heval Dijwar demekê di nav xebatên ciwanan de maye û dîtiye ku têkoşîna li qada legal têr nake û di sala 2018’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.  

Di pêvajoyeke wisa de ya ku şer giran bû, heval Dijwar ji Bakurê Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye û di nava demeke kurt de hînî şertên şer bûye. Ji bo ku li hemberî êrîşên dijmin têkoşîneke xurt were meşandin, bala xwe ya daye ser hunera leşkerî. Bi perwerdehiyên sereke yên leşkerî bûye yek ji milîtanê jîr ê projeya avakirina ji nû ve ya gerîlayan. Heval Dijwar her kêlîka xwe daye hînbûna tiştekî û tiştên ku hîn bûye zû xistiye pratîkê. Dema ku operasyonên dijmin gelekî zêde bûye heval Dijwar bûye parçeyekî têkoşîna li hemberî dijmin, tevlî gelek çalakiyan bûye û derb li dijmin xistiye. Heval Dijwar dîtiye ku şoreşgeriya di nav PKK’ê de li ser aliyekî nameşe û girîngiyeke mezin daye kûrbûna di warê îdeolojîk de. Wî li ser esasê parêznameyên Rêber Apo xwe perwerde kiriye û bûye yek ji milîtanê pêşeng ê Modernîteya Demokratîk. Hevrê Dijwar di têkiliyên xwe yên hevaltiyê de gelekî dilsoz bû û di heman demê de ji ber aliyê xwe yê kedkar, hevalên wî her dem jê hez kirine."