HPG’ê nasnameya şehîdên Heftanînê eşkere kir

HPG’ê nasnameya şehîdên Heftanînê eşkere kir û got, “Hevrêyên me bûne mînakên şênber ên berxwedaneke mezin, fedakarî û yekbûna bi ruhê neteweyî. Wan navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka berxwedana Kurdistanê nivîsandin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a mêtinger di 16’ê Hezîrana 2020’an de ji bo dagirkirina axa Kurdistanê yek ji operasyona herî mezin a dagirkeriyê daye destpêkirin. Dewleta Tirk a faşîst a ku hewl dide îradeya azad a gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê û hemû temsîliyetên wê ji holê rake û ji ber vê jî qada Heftanînê ji xwe re kiriye hedef. Berxwedana bêhempa a gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê, diyar dike ku îradeya mirov li hemberî teknîka herî pêşketî jî dikare bi ser bikeve.

Dîroka Kurdistanê ji îxanetên dîrokî û berxwedanên bêhempa yên li hemberî îxanetan pêk tê. Di dîroka Kurdistanê de helwestên fedaî yên jiyana bi rûmet heye. Axa Kurdistanê ya ku bûye çar parçe û dane mêtingerên herêmî, heta ku PKK ava bûbû li benda qedera xwe bu. Ciwanên Kurd bi pêşengiya PKK’ê ruhê neteweyî geş kirin berê xwe dan çiyayên azad û li eniyên herî pêş ên berxwedanê de cih girtin. Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê li hemberî her êrîşa li ser Kurdistanê wekî duh îro jî bersiva pêwist dide hêzên faşîst û mêtinger.

Berxwedana Heftanînê ya gerîlayên azadiyê di heman demê de temsîla asta herî jor a yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e jî. Ligel hemû hewldanên mêtingeran ên ji bo parçekirinê, gerîlayê modernîteya demokratîk a îradeya azad a gelê Kurd, bi berxwedana xwe wekî mînaka şênber a berxwedana gelê me ye. Hevrêyên me Egîd û Mazlûm ên ji Bakurê Kurdistanê, hevrêyê me Çiya yê ji Başûrê Kurdistanê û hevrêyên me Şahîn û Tolhildan ên ji Rojhilata Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûne, xeta fedaî ya Şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîrana 1996’an de derbeke mezin li dijmin xistibû, 24 sal şûnde dîsa bi ruhekî fedaî û kesayetiyeke milîtanî derxistine holê.

Hevrêyên me Egîd û Mazlûm di berxwedana Girê Dûpişk de heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û hevrêyên me Çiya, Şahîn û Tolhildan ên di êrîşa hewayî de ya beriya operasyona dagirker de şehîd bûne. Nasnameya hevrêyên me wisa ye:

Nasnav: Egîd Çiya

Nav û paşnav: Rifat Aksoy

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Fener - Kûtbettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn

Nasnav: Mazlûm Pîro

Nav û paşnav: Mûrat Aktaş

Cihê jidayikbûnê: Qers

Navê dê û bav: Ayfer - Osman

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn

Nasnav: Çiya Bakur

Nav û paşnav: Şerîf Alî Ebûbekir

Cihê jidayikbûnê: Ranya

Navê dê û bav: Fatima - Alî

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn

Nasnav: Şahîn Tolhildan

Nav û paşnav: Nadir Kerîmî

Cihê jidayikbûnê: Sine

Navê dê û bav: Şerafet - Gûrban

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 - Heftanîn

Nasnav: Tolhildan Ararat

Nav û paşnav: Mehdî Ahmedî

Cihê jidayikbûnê: Kotol

Navê dê û bav: Sidika - Yûsûf

Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Hezîranê 2020 – Heftanîn

Hevrêyên me Egîd, Çiya, Mazlûm, Şahîn û Tolhildan di pêngava Cenga Heftanînê de derbên giran li dijmin xistine, her ciha ku dagirkeran pê lê kirine jî hevrêyên me ew der ji wan re kiriye dojeh. Hevrêyên me bûne mînakên şênber ên berxwedaneke mezin, fedakarî û yekbûna bi ruhê neteweyî. Wan navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka berxwedana Kurdistanê nivîsandin.

Malbatê hêja yên hevrêyên me yên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û sozê didin ku em ê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”