HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 2 gerîlayên ku di demên cuda de li Amedê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 16'ê Mijdara 2017'an li herêma Cuhermê ya navçeya Pasûr a Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber operasyonê di navbera komek ji hevalên me û hêzên dijmin de heta êvarê şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de hevalê me Brûsk Zerdeşt ê bi lehengî li ber xwe da, şehîd bû.

5'ê Gulana 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Zana Şengalî ji ber qezayekê şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Brûsk Zerdeşt
Nav paşnav: Abdulgaffûr Akcan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Taybet-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Mijdara 2017'an / Amed

Nasnav: Zana Şengalî
Nav paşnav: Dalyan Alsaç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sakîne-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Di dewama daxuyaniyê de li ser şehîdan ev agahî hate dayin:

BRÛSK ZERDEŞT

"Hevale me Brûsk Zerdeşt sala 1998'an li gundê Heşetê yê Sêrtê ji dayik bû. Hevalê me Brûsk li nava malbat û derdoreke bi kevneşopiya welatparêziyê mezin bû û bi nirxên malbatî, dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re û bi bandora tevlîbûna gelek ferdên ji malbata xwe, di emrê ciwantiyê de bala wî çû ser têkoşînê. Ji ber ku bavê hevalê me Brûsk milîsekî hêja yê têkoşîna me bû, dilsoziya malbatê ya bi têkoşînê re xurt kir. Hevalê me Brûsk li cihekî welê ku kevneşopiya welatparêziyê lê xurt e mezin bû û sala 2013'an li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Ji roja tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hewl da xwe perwerde bike. Bi enerjî û lêgerîna ji ber emrê xwe yê ciwan, di demeke kin de bû milîtanekî şareza yê partiya me. Hevalê me Brûsk di demeke kin de hîn bû ku bi hestên welatparêziyê, nirxên exlaqî yên ji malbatê girtî û bi taybetmendiyên milîtaniyê yên partiyê bimeşe. Bû hevrêyekî baş ê Rêber Apo. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin bi erk û berpirsyariya xwe rabû û di her karî de serketî bû. Li herêma Botanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Di demekê de ku dewleta TC a dagirker êrîşên xwe gelekî zêde kir, bû yek ji hvalên me ku bi xurtî tevlî pêvajoyê bû û di nava sê salan de bû yek ji hevalên me yên kedkar ku planên dijmin ên tinekirina gerîla pûç kir. Bihara 2017'an berê xwe da Bakurê Kurdistanê û bi hêrseke mezin a li dijî dijmin weke gerîlayekî şareza kar kir. Hevalê me Brûsk heta ku şehîd bikeve, li her cihê lê ma bû hevalekî mînak ji hevalên xwe re. Tevî ku hîn gelekî ciwan bû, gelek hevalan xweziya xwe lê dianîn.

ZANA ŞENGALÎ

Hevalê me Zana Şengalî li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayki bû. Di ciwantiya xwe de cihê xwe li nava karê ciwanên welatparêz kir. Di dema vî karî de gelek caran ji aliyê dijmin ve hate destgîrkirin û wextekê li zindanê ma. Hevalê ma Zana ku di nava nirxên welatparêziyê de mezin bû û di pêvajoya zindanê de rastiya dijmin ji nêz ve nas kir, sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji hevalên me ku li dijî şerê qirkirinê yê dijmin bi roleke çalak rabû. Hevalê me Zana ji destpêka gerîlatiya xwe ve bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û dilnizm li pêş çavan bû û bi fedakariyeke mezin her kar kir. Hevalê me Zana heta ku şehîd bibe, bi nirxên mezin ên hevrêtiyê û bi kedkarî tevlî bû. Yek ji hevalên me yên mînakdar e ku di nava têkoşîna me de wê timî bê bîranîn."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber şehadeta hevalên me Brûsk û Zana em sersaxiyê malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Em careke din soz didin, heta avakirina Kurdistana azad ku daxwaz û armanca hemû hevalên me yên şehîd e, em ê têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin."