HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd aşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayan ku di êrîşên dagirker de yên li ser Qadên Parastina Medyayê şehîd bûne, aşkere kir û got, ''Em sond dixwin ku alya şoreşê ya ku bi hêviya me ve hiştine heta serfiraziyê bi biryardarî hilgirn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayan ku di êrîşên dagirker ên Tirk de li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne aşkere kir.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Hevrêyê me Pîrdogan Amed li herêma Avaşînê di gelek çalakiyan de li herî pêş cih girtiye. 27'ê Nîsanê di çalakiyekê de birîndar bûye û piştî çalakî piştî vekişînê şehîd bûye.

Di serî de li herêma Avaşînê li Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a mêtinger bi vîn û biryardariyeke ku di dîrokê de mînakên wê kêm in, hevrêyên me yên ku têdikoşin derbên girna li mêtingeriya Tirk didxin. Hevrêyên me ku bi berxwedan û azweriya têkoşînê qurtequre bi gewriya dagirkeran dixin ji bo azadiya gelê me bêyî ku gavekê jî dudilî bibin heta hilma xwe ya dawî şer dikin. Hevrêyê me Pîrdogan jî di vê berxwedana dîrokî de bi rengekî fedayî bi ser dijmin de çûye, di gelek çalakiyan de bi rolên mezin rabûye û tevî nav karwanê şehîdan bûye.

Hevrêyê me Pîdogan li Amedê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye, li derdoreke wiha ku li Kurdatiya xwe xwedî derdikeve mezin bûye. Her wiha hevrêyê me Pîrdogan ku ji derdora malbatê gelek kes tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, weke deynekî li sukra xwe ditiye ku tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe ku ji Şêx Seîd û wir ve, têkoşîna didome. Hevrêyê me Pîrdogan ku li qada Avaşînê ku êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker tê ser, ji bo tola hevrêyên xwe yên ku li vê qadê şehîd bûne hilîne û dijmin ji ser van xakên pîroz bavêje, di gelek çalakiyan de bi wêrekiyeke mezin û giyanê êrîşê pêşengî kiriye. Li gorî gerîlatiya serdema nû hevrêyê me Pîrdogan ku li qada leşkerî bûyî pispor û bi vê pisporiya xwe bi çalakiyên ku kirî, di dilê dijmin de tirsk vekirî, bi fedakarî û kedkariya xwe bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.

Di serî de ji bo malbata hêja yê Hevrêyê me Pîrdogan bi têkoşîna dijî mêtingeriya Tirk û êrîşên wê yên qirker bi layiqî di dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de cihê xwe girtiye, em sersaxî didin gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin em ê alaya berxwedanê ku dewrî me hevrêyan kiriye, heta ku xeyalên wî bi cih bînin hildin.

Hevrêyê me Şoreş Botan 5'ê Gulanê saet 09:30'an li herêma Zapê li qada Şamkê dema ku li ser peywira xwe bû bi bombebaranê şehîd bûye.

Hevrêyê me Şoreş li Wanê li nav cîhaneke welatparêz û bi ser çanda Serhedê ve jidayik bûye. Hê zaroktî zillma mêtingeriya Tirk a  li ser gelê me dîtiye. Ji ber ku ji nav malbateke wiha tê ku berdêl daye, vê, bi dilsoziya wî ya bi têkoşîna azaadaiyê re û tevlêbûna nav refên şoreşê de diyar kiriye.

Hevrêyê me Şoreş di gelek çalakiyên dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Qadên Parastinê yên Medyayê de cih girtî bi enerjiya xwe ji bo hevrêyên xwe yên li dora xwe bûye milîtanekî mînak. Di nav jiyanê de hem bûye xwedî helwesteke Apoyî ya leheng, bi zîrektiya xwe ya di hunera leşkerî de, ji bo bicihanîna gerîlatiya serdemê, bûye xwedî biryardar û pratîka serkeftî.

Hevrêyê me Şoreşli dijî operasyona bi armanca qirkirina Kurdan ku dewleta Tirk li ser Metîna, Avaşîn û Zapê daye dstpêkirin, bi berpirsyariya dîrokî tevgeriyaye, di serî de li Cîloya Biçûk li her devera ku dijmin lê ye pêşengî li çalakiyan kirye, peywirên şoreşger ku dayî ser milê xwe bi rengekî serketî bi cih aniye. Hevrêyê me Şoeş li dijî qirkeriya TC'ê ji bo azadiya gelê xwe têkoşiyayî û di di encama vê têkoşîna dastanî de bi dilpakiya hevrêtiya xwe û diristbûna xwe bûye milîtanekî Apoyî yê mînak.

Em jî sond dixwin em ê alaya şoreşê ya ku hevrêyê me Şoreş dewrî me kiriye heta ku têkoşîna xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin, em ê bi biryardarî hilgirin, di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şoreş serê hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şoreş Botan

Nav û Paşnav: Kemal Turker

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê-Bav: Lalîhan – Omer

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/6’ê Gulana 2021

***

Nasnav: Pîrdogan Amed

Nav û Paşnav: Mahfus Goçeri

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê-Bav: Delal – Zulkuf

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/27’ê Nîsana 2021