HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmanê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Bedlîs û Çewlikê û êrîşên bi balafirên şer ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û bomberdûmana bi balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyeke nivîskî weşand:

LI ŞEMZÎNAN Û GEVERÊ ÇALAKÎ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 19'ê Tîrmehê saet 07:20'î li nêzî qereqola Çoyê ya li qada Bajêrgeyê ya li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa amarok çalakiyek kirin. Derbên giran li wesayitê hatin xistin, lê nehat zelalkirin bê çend leşker mirine, çend jî birîndar bûne.

Hêzên me di çarçoveya pêngavê de 19'ê Tîrmehê saet 19'an li dijî leşkerên li ser girê Kelebekê yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya sekvanî pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Roja 19'ê Tîrmehê saet 04:20'î hêzên me li nêzî gundê Herkî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li yekîneyeke artêşa TC a dagirker rast hatin û şer derket. Şer demeke kin dewam kir, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Tîma me ya kete şer bi rengekî serketî vegeriya baregehên xwe.

LI BEDLÎSÊ DERBA GIRAN LI LEŞKERÊN TIRK HATE XISTIN

Hêzên me roja 18'ê Tîrmehê saet 16'an li bejahiya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê dor li yekîneyeke artêşa TC a dagirker girtin. Derbên xurt li yekîneya dijmin hate xistin, lê hejmara mirî û leşkerên birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên bê mirov cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar rakir.

ÎSMAÎL HAKKICAN KU 30 SAL IN BI DEWLETÊ RE DIXEBITE, BIRÎNDAR BÛ

Kontrayekî bi navê Îsmaîl Hakkica ku nêzî 30 sal in bi dijmin re dixebite, roja 18'ê Tîrmehê saet 12:30'î li navçeya Çêrme ya Çewlikê dema ji qereqola Femê derdiket bû hedefa hêzên me. Ev şexs bi derbên hêzên me birîndar bû. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekêng iran li derdora qereqola Femê reşandin.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, rojên 19 û 20'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

19'ê Tîrmehê saet navbera 16:00 û 18:00'î geliyê Şehîd Ayhan, Girê Savaş û Karox ên herêma Qendîlê, qada Şêx Zadê ya li herêma Xakurkê û qada Şikefta Birînaran a herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê i herêma Zapê şewat derket û şewat hîn jî dewam dike.

20'ê Tîrmehê saet 01:00 bombe li gundê Aris Faris ê herêma Avaşînê barandin."