HPG’ê li Çelê li hêzên dagirker dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li dijî leşkerên li girekê yê Çelê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Li gorî daxuyaniyê, êrîşên hewayî yên li dijî qadên gerîla jî didomin.

HPG’ê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gerîlayan çalakiyek kirine, artêşa Tirk bi yekîneyên veşartî ve li Elkê dest bi operasyonekê kirine û êrîşên hewayî yên li dijî hermên gerîla jî dewam dikin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

LI ÇELÊ LI ÇEPER Û KOZIKÊN LEŞKERAN HATE XISTIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 15’ê Cotmehê saet 16:00’an li dijî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya li çeper û kozikên leşkerên li gir hate xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obus, hewanan qad bombe kiriye. Di bomberdûmanê de agir bi daristanê ketiye.

LI FARAŞÎNÊ BI TEVLÎBÛNA YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ OPERASYON

11’ê Cotmehê saet 11:30’î artêşa Tirk a dagirker li deverên Çelê Reş, Firat Beyas û Tirşînê yên Herêma Faraşîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kirine. Operasyon hê dewam dike û yekîneyên veşatî li hermê kemînan davêjin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI DIJÎ QADÊN GERÎLA

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî kirin. Di vê êrîşê de tu gerîlayên me ne şehîd û ne jî birîndar bûne.

15’ê Cotmehê saet 14:30’î balafirên şer devera Sîdekan a Herêma Zapê bombe kirine.

16’ê Cotmehê (îro) derdorî 03:00’an zozanên Faraşîn ên herêma Faraşîn saet 09:20’an devera Mervason a girêdayî Herêma Avaşîn, devera Gundê Fileha û Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê bombe kiriye. Di van êrîşên bombeyî de tu gerîlayên me ne şehîd û ne jî birîndar bûne.”