HPG'ê gerîlayên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên 26'ê Adara 2018'an li Dersimê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 7 gerîlayên li Dersimê di şerekî giran de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"26'ê Adara 2018'an, li geliyê Harçîk ê navçeya Pîlemûrî ya Dersimê, artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên bê mirov dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. di operasyonê de balafir û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn. Ji ber operasyonê di navbera hêzên dijmin û hêzên me de du rojan şerekî giran qewimî. Di vî şerî de derbên giran li dijmin hatin xistin. 7 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Aso Amed
Nav paşnav: Mahmût Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Sevda-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Halîl Colemêrg
Nav paşnav: Mecît Eygîn
Cihê jidayikbûnê. Colemêrg
Dayik-Bav: Nezahat-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Harûn Dersim
Nav paşnav: Ferîdûn Nebîzade
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Gulî-Rustem
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Mahîr Mûnzûr
Nav paşnav: Cîhan Kit
Cihê jidayikbûnê. Dersim
Dayik-Bav: Ferîşta-Dedalî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Rûbar Çewlik
Nav paşnav: Selman Bakî
Cihê jidayikbûnê: Çewlig
Dayik-Bav: Ayten-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Şervan Gimgim
Nav paşnav: Kadîr Tosûn
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Hûriye-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

Nasnav: Welat Zîlan
Nav paşnav: Sedat Bîngol
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Bezar-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018 / Dersim

MAHÎR MÛNZÛR

Hevalê me Mahîr Mûnzûr li Dersimê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji kevneşopiyeke ku serî li ber polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên dijmin natewîne tê. Ji malbata hevalê me Mahîr gelek kes tevlî nava refên têkoşîna azaiyê ya Kurd bûn û şehîd bûn. Hevalê me Mahîr jî li ser bingeha nirxên welatparêziyê xwe perwerde kir, di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû û li dijî dijmin dest bi têkoşîneke çalak kir. Li nava gerîla jî li Dersim û gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma. Li her cihê ku lê ma, bi ked û fedakariyeke mezin tevlî bû. Kevneşopiya Dersimê ku ji bo gelê Kurd keleha berxwedanê ye, her tim di dilê xwe de parast û li dijî hemû êrîşên dijmin bi xurtî li ber xwe da. Weke nûnerekî kesayetiya Dersimê ku serî li ber dijmin natewîne, heta kêliya dawî şer kir û bi lehengî şehîd bû.

HARÛN DERSIM

Hevalê me Harûn Dersim li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê ji nêz ve dît û tevî vê yekê jî nirxên xwe yên cewherî parast. Hevalê me Harûn di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû. Aliyê neteweyî yê PKK'ê ku nirxê têkoşîna hevpar a çar parçeyên Kurdistanê ye pejirand û li ser vê bingehê ji dil û bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû. Hevalê me Harûn çû Dersimê û ji bo nirxên neteweyî yên Kurd têkoşiya. Bê teredût li her cihî tevlî nava têkoşîna li dijî faşîzma TC a dagirker bû û bi berpirsyariyeke mezin nêzî hemû wezîfeyan bû. Bi kedeke xurt hemû wezîfeyên jê re hatin dayin bi ser xist. Şarezabûna xwe ya gerîlatiyê bi gerîlatiay Bakur re gihand asteke bilindtir û veguherî fermandarekî serketî. Heta kêliya ku bi lehengî şehîd bû, bê sekin xebitî û bû hevrêyekî me yê leheng ku ji Rojhilat berê xwe da çiyayên Dersimê.

WELAT ZÎLAN

Hevalê me Welat Zîlan li Mûşê ji dayik bû û hê di emrekî ciwan de têkoşîna me nas kir. Hevalê me Welat timî li herêma Bakur gerîlatî kir û herî dawî li Dersimê bi erk û wezîfeya xwe rabû. Bû şervanekî şareza û heta fîşeka xwe ya dawî li dijî êrîşên dijmin bi rengekî bê eman li ber xwe da. Bû yek ji hevrêyên me yên leheng.

HALÎL COLEMÊRG

Hevalê me Halîl Colemêrg, li Colemêrgê ji dayik bû û li nava nirxên welatparêziyê mezin bû. Zext û zordariya dewleta TC a li gelê Kurd bi xwe dît û ji bo xwedî li nirxên xwe derkeve tevlî nava refên gerîla bû. Li dijî her şêwe êrîşên dijmin, bi lehengî li ber xwe da, heta kêliya dawî bi fedakariyeke mezin tevgeriya û bi lehengî şehîd bû.

RÛBAR ÇEWLIK

Hevalê me Rûbar Çewlik li Solaxana Çewlikê ji dayîk bûye û di derdoreke welatparêz de mezin bûye. Li hemberî êrîşên faşîzma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tevlî nav refên gerîla bûye. Hevalê me Rûbar ê ku bi helwesta xwe ya ciwan û dînamîk ji her dem bal kişandiye ser xwe, heta ku şehîd bûye jî heyecana xwe parastiye.

ŞERVAN GIMGIM

Hevalê me Şervan Gimgim li Mûşê ji dayîk bûye. Wekî gelek ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşînê kiriye û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye. Gerîlabûn ji bo wî bûye qada bingehîn a ku azadî lê tê jiyîn. Ji bo ku van hestên xwe bigihîne gelê me û ji bo azadiya gel heta nefesa xwe ya dawîn bûye xwediyê kedeke hêja.

ASO AMED

Hevalê me Aso Amed li Amedê ji dayîk bûye. Li hemberî dijmin ê ku nahêle Kurd bi nirxên xwe bijî, wî jî berê xwe daye refên têkoşînê yê azadiyê. Hevalê me Aso di temenekî biçûk de tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji bo pêkanîna azadiya gelê Kurd tevlî têkoşînê bûye. Heta kêlîkên dawîn ên jiyana xwe hestên xwe yên welatparêz di asteke bilin de jiyaye. Hevalê me Asodi nav kevneşopiya berxwedana azadiyê ya Kurdistanê de bûye rêhevalekî me yê qehreman.

Ji ber şehîdbûna hevalên me yên ku bi qehremanî şer kirine, di serî de yê malbatên me yên şehîdan, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin û em soza xwe dubare dikin heta ku em gelê Kurd azad bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."