HPG’ê du cangorî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya du gerîlayan eşkere kir ên ku di dawiya meha Tîrmehê de li Garê ji ber êrîşên dewleta Tirk şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got ku “Di 31’ê Tîrmehê de ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a ku li ser herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribû, rêhevalên me Kendal (Metîn Akgul) û Serdem (Mûhammed Yildiz) şehîd bûne.

Nasnameya du hevalên me wisa ye:

Nasnav: Kendal Alan

Nav û paşnav: Metîn Akgul

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: -

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2019’an/Garê

 

Nasnav: Serdem Reşît

Nav û paşnav: Mûhammed Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Binevş - Bişar

Dîrok û cihê şehadetê: 31’ê Tîrmeha 2019’an/Garê

Rêhevalê me Kendal di sala 1990’an de li Wanê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de rastiya dijmin dîtiye û ji ber vê jî di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nav têkoşînê de hemû peywirên xwe serkeftî bi cih aniye û li qadê ku maye bi fedakarî û dilsoz tevgeriyaye.

Rêheval Serdem Reşît jî di sala 1996’an de li Dihêya Sêrtê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Rêheval Reşît mêtingeriya dewleta Tirk red kiriye û di sala 2011’an de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Rêheval Serdem bi rêhevaltiya xwe ya fedakar û pêbawer li qadên ku lê maye, bûye kesekî mînak. Rêheval Serdem her dem li gorî pîvanên rêhevaltî û exlaq ên PKK’ê tevgeriyaye.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Kendal û Serdem hildin û bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad tacîdar bikin. Malbatên van rêhevalên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.”