HPG'ê çalakiya li Zaxoyê li xwe girt: 22 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla 13'ê Sibatê li Zaxoyê li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk çalakî li dar xistine.

HPG'ê diyar kir ku di çalakiyê de 22 leşker hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"13'ê Sibatê saet 08:40'î, hêzên me li dijî baregeha leşkerî ya artêşa TC a dagirker a li Girê Biyê yê nêzî bajarokê Begova yê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Hêzên me ji 8 aliyan ve li çeper, konteynir, kon û avahiyên li nava qereqolê xistin. Bi van derbên giran, 2 tank û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî yên li nava qereqolê rûxiyan. Her wiha agir bi gelek çeper, avahî û konteynirên li qereqolê ket. Gelek stargehên leşkeran hatin rûxandin. Di çalakiyê de li gorî agahiyên bi dest ketin 22 leşkerên dijmin hatin kuştin, zêdeyî 10 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

13 û 14'ê Sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

13'ê Sibatê saet 12'an, balafirên şer bombe li mintiqeya Tepê Ortê ya herêma Metîna barandin.

14'ê Sİbatê saet 6'ê sibehê balafirên şer bombe li qaad Geliyê Basya ya Avaşînê û saet navbera 06:30 û 07:30'î bombe li qada Şikeftiya herêma Garê barandin."