HPG’ê bîlançoya şerê du mehan eşkere kir: 389 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bîlançoya şerê di navbera 23’ê Nîsanê û 23’ê Hezîranê de eşkere kir. Gerîlayan 288 çalakî kirin û ji hewayî ve jî 39 çalakî kirin. 389 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çeper û wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya 2 mehan a êrişên dagirker, pêngavên Cenga Xabûr û ya Bazên Zagrosê eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di şeva 23’ê Nîsanê de li hemberî qadên Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker hatibû destpêkirin. Li hemberî vê dagirkeriyê jî hêzên me dest bi Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kiribûn. Ev pêngav du mehên xwe tijî kirine. Di berxwedana 60 rojan de, gelek mînakên berxwedana destwanwerî û qehremantiyê hatiye nîşandan. Ev destan û qehremanî di kevneşopiya têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka mirovahiyê de gelek tiştên yekemîn ava kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li ser xeta gerîlatiya dema nû li Avaşîn, Zap û Metînayê bi performansa şer, asta biryardariyê û hostetiya ku taktîka dijmin pûç bike û bi taktîkên xurt ên gerîla, li Kurdistanê dîrokeke nû afirandiye. Hêzên me di van 60 rojan de, her roj di nav têkoşînê de bûn, bi hewldan, îradeya xurt û cesareta mezin a îdeolojiya Apoyî, wekî tîmên gerîla yên nîvotonom, di nav çeperên şer ên hatine amadekirin, her roj di nav dijmin de û heta çalakiyên hewayî bi taktîkên xurt, derbên giran li dijmin xistine.

Di vê pêvajoya du mehane de, bi pêşengiya hevrêyên me yên şehîd bûne gelek destanên berxwedanê hatine nivîsandin, dewleta Tirk a dagirker ligel ku xwedî derfetên mezin û piştgiriyeke wê ya xurt heye, nikaribûye bi pêş ve biçe, tişta ku xwestiye nikariye bi dest bixe û derbên giran xwariye. Artêşa Tirk a dagirker encam û derbên giran ên vî şerî ji raya giştî ya Tirkiye û dinyayê veşartiye. Vê têkçûna mezin a artêşa Tirk, dema ku klîka faşîst AKP û MHP ketiye krîzê, bêtir xwe daye nîşandan. Gelê Kurd di serî de moral, hêz û berxwedana ku gel ji têkoşîna gerîlayan distînin, bûye îtîraz û serhildaneke mezin, siyaseta qirkirin û zilmê ditengijîne. 

Têkoşîna gerîlayan a ku gelê me pê serbilind e, di 2 salên dawîn de li ser pratîkên pêngavên şoreşger ên Cenga Heftanînê, Destana Garê, Pêngavên Şoreşger ên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê re, îspat kiriye ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk dikare jiyana azad ava bike. Di pêvajoya du mehan de têkoşîna hevrêyên me yên ji her çar parçeyên Kurdistanê  him di warê neteweyî û him jî li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk, wekî mînakeke şênber a herî heqîqî û nayê înkarkirin, derxistiye holê.

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî têkoşîna me ya gerîlayan li hemberî çeperên şer çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar aniye. Ji aliyê din ve jî di rojên dawîn de xeta Kurdên îxanetkar derdixe pêş, li ser bingeha provokasyonên ku bi destê hinek kesan hatine avakirin, dixwazin ji pişt ve li berxwedana me bixin. Bi saya bihistyariya tevgera me û hêzên me yên li qadê, gelê Kurd nerazîbûna xwe ya li hemberî vê siyaseta qirêj û israra xwe ya ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, lîstikên dagirkeran pûç kiriye. Gelê Kurd ê welatparêz bi israra ku ji bo yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, bi biryara parastina destkeftiyên Kurdistanî yên li her çar parçeyan û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya qirker û bi berxwedana xwe, ev komplo û provokasyon pûç kiriye.

Em gerîlayên azadiya Kurdistanê çawa ku me vê dagirkeriya li ser welatê xwe, siyaseta qirkirinê ya li ser gelê xwe û provokasyonên niha pûç kiriye, em ê ji niha û şûnde jî bi piştgiriya gelê xwe û helwesta xwe ya neteweyî pûç bikin. 

Bîlançoya şerê du mehan a Pêngavên Şoreşger a Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê wisa ye

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine lidarxistin;

- 2 çalakiyên kemînê
- 9 çalakiyên xweberdana nava dijmin
- 14 çalakiyên hevdemî û bi koordîne
- 17 çalakiyên lêdana derbê
- 35 çalakiyên sekvaniyê
- 59 çalakiyên bi çekên giran
- 66 çalakiyên sabotajê
- 86 çalakiyên êrişê
- Bi giştî 288 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

- 389 dagirker hatin cezakirin.
- 47 dagirker birîndar bûn.

Hevrêyên me yên şehîd bûn;

- 54 hevrêyên me şehîd bûn.

Çalakiyên ji aliyê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

- 39 çalakiyên hêzên parastina hewayî hatin lidarxistin.

Êrişên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin;

- Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hema hema her roj bi obus, bombeyên xarik, hawan, bi helîkopter û balafirên şer bi sedan carî bombardûman hate kirin. Artêşa Tirk a ku bêencam ma li qadên ku lê ye hem dar birî, hem jî bi rêya hin şîrketên hevkarê xwe daristan talan kir, bi bombardûmana ku dibin sedema şewatê agir berda gelek daristanan.
- 62 carî hewl da bikeve nava tunelên şer.
- Li dijî tunel û çeperên şer 17 caran çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar anî.

Wesayitên dijmin ên ku derb ji hêzên me xwarin;

- 2 wesayitên leşkerî
- 3 kepçe
- 6 drone
- 6 helîkopter

Amûrên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin;

- Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa transît
- Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî
- Wesayiteke bi kûmanda ji dûr ve ya bi palet
- Wesayiteke bi tîpa Reo
- 2 wesayitên leşkerî yên normal
- 2 çekên A4 û çepera wê
- Kamelyayek
- Dûrbînek teleskopê
- 3 kon
- 3 drone
- 4 radar
- 9 kamerayên mobesse
- Mertalên fîşek pê re naçe
- Bi dehan çeper hatin îmhakirin.

Alavên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

- Cîhazeke bêtêl
- Çekek MPT
- Çekek Bombeavêj
Çekek BKC
- Çekek B7 (Bîsîvîng)
- Dûrbînek rojê
- Dûrbînek termal
- 2 dûrbînên çekê
- Detektorek mayinê
- Droneyek
- 6 çenteyên leşkerî
- 650 kîlo teqemenî
- Kunyeyên leşkeran
- Gelek malzemeyên leşkerî."