HPG: 13 dagirker hatin cezakirin, derb li 7 helîkopteran hate xistin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 13 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 3 çeper, pergaleke kamerayê ya mobese hate îmhakirin, derb li çeperekê 2 jê bi giranî derb li 7 helîkopteran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî belav kir:

“Berxwedana dîrokî ya ku hêzên tevî tîmên nîvgerok û li çeperan bênavber didome. Qadên berxwedanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi sedan caran bi obus û hawanan, 39 caran bi çekên kîmyewî û 33 caran jî bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin. Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 13 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 3 çeper, pergaleke kamerayê ya mobese hate îmhakirin, derb li çeperekê 2 jê bi giranî derb li 7 helîkopteran hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ye:

HERÊMA AVAŞÎNE;

Di 26’ê Gulanê de eraziya Kanî Biyê ya qada Mervanosê, dagirkerên ku ji aliyê tîmên me yên nîvtevger ve hatin kontolkirin di saet 17:00’an de ji sê aliyan bi çalakiyekî gerîla ya koordînekirî li dagirkeran hate xistin. Baskê çalakiya yekemîn; 2 çeper dagirkeran hedef girtin û ji mesafeya nêz ve lêdan. Di encam de 2 çeper û sîstemeke kameraya mobesse hatin îmhakirin û 3 dagirker jî hatin cezakirin. Baskê çalakiya duyem; 2 çeperên dagirkeran hedef girtin û  bi awayekî bibandor lêdan. Di encama lêdanên bibandor de çeperek hat îmhakirin û derb li çeperekî dan. Baskê çalakiya sêyemîn; bi taktîkên suîqestê dagirkeren hedef girtin û lêdan . Di encamê de dagirkerek hat cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên bibandor ya timên me yên nîvtevger de; 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 3 çeper û sîstemeya kameraya mobesse hat îmhakirin û çeperek hat derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kir û êvarî jî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxist.

Di 27’ê Gulanê de saet di 16.50’an de dagirkeran hewl dan bi teqemeniyan li çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bidin. Hêzên me bi sabotajê li wan dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 27’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 23 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û 3 caran jî bi bi balefirên şer Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 26’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndara bomberdûman kir.

Roja 27’ê Gulanê saet 10.00’an dagirker piştî ku çeperên şer ên Şehîd Berxwedan yê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 5 caran bi bombeyên gazê û teqemeniyan bombe kir, ku xwestin bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin. Saet di 11.00’an de dagirker ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û careke din hatin derb kirin.

27’ê Gulanê danê êvarê helîkopterên li ser Qada Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Karker ku digeriyan rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 helîkopterên skorsky hatin derbkirin. Helîkopterên derbkirî neçar man ji herêmê dûr bikevin.

27’ê Gulanê saet 22:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tevgera helîkopteran pêk hat. Helîkopteran 11 caran hewl dan leşker daxînin qadê. Di dema daketinê de hêzên me mudaxele li van helîkopteran kirin, ji 3 helîkopterên ku darbên giran xwarin 1 bi giranî derbe xwar neçar û man ku ji qadê dûr bikevin.

27’ê Gulanê saet 08:00, 14:00 û 18:40’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

27’ê Gulanê saet 21:30’an li dijî dagirkerên ku dixwestin xwe li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bikin, ji aliyê tîmên me ve çalakiyeke vedizînê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştre jî ev qad bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin û dagirkeran leşkerên xwe yên cezakirî û birîndar bi helîkoptereke Skorsky ji herêmê rakirin.

27’ê Gulanê saet 23.00 heya 01.00’an dagirker qada Berxwedanê ya Girê FM bi helîkopterên êrîşê bomberdûman kir. Dema ku helîkopterên êrîşê qad bomberdûman dikirin, 2 helîkopterên skorsky dixwestin leşker li qadê bi cih bikin, hêzên me mudaxeleyî van helîkopteran kirin. 1 helîkoptera Skorsky hate derbkirin û her du helîkopter jî bêyî dakevin leşker daxin qadê ji herêmê dûr ketin.

Di 27’ê Gulanê de li herêma Berxwedanê ya Girê FM tevgera balafirên bê mirov pêk hatiye.

LI HERÊMA METÎNAYÊ

Di 26’ê Gulanê de saet di 23.40’an de helîkopterên Skorsky yên ku dixwestin leşkeran deynin Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî bûne hedefa hêzên me. Di lêdana xurt a hêzên me de helîkoptereke Skorsky derbeke giran stendiye û tevî helîkoptera din neçar maye ji qadê vekişe.

Di 27’ê Gulanê de saet di 08.30’an de dagirkeran dema hewl dane ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Hejar ên Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve werin, hêzên me li wan dane. Piştî mudaxeleya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyane. Di heman rojê de saet di 16.50’an de dagirkerên li dora çeperên şer bi taktîka sabotajê saet di 17.00’an de bi çekên giran bûne hedefa hêzên me. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 27’ê Gulanê de saet di 14.30’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî du caran bi çekên giran bûne hedefa hêzên me.

Di 27’ê Gulanê de saet di 03.30’an de dagirkeran dema ku hewl dane, ber bi çeperên şer ên Şehîd Zemanî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve werin, hêzên me dagirker xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dane. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin. Di 28’ê Gulanê de saet di 08.00’an de hêzên me dîsa li dagirkeran dane. Li vir jî 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 27’ê Gulanê de çeperên şer ên Şehîd Hejar ji aliyê dagirkeran ve 4 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER

Di 27’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca, Çiyareş û Kurojahro yên herêma Zapê bi helîkopterên êrişê, bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin û 16 caran jî bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 27’ê Gulanê de qadên Girê Şekîf û Ava Lolan a herêma Xakurkê bi obus û hawanan ji qereqolên li ser sînor hatine bomberdûmankirin.

Di 27’ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya herêma Metînayê bi obusên ji qereqolên ser sînor hatine avêtin û 7 caran bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

Di 27’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar ên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amêdiyê bi sedan caran bi obusan û 7 caran jî bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.