Hoûda-Pepîn ‘şerê bêrûmetan’ ê li Sûriyeyê nivîsand

Rojnameya Kanadayê Le Joûrnal Montrealê nivîseke bi navê ‘Sûriyê: Şerê bêrûmetan’ weşand. Di nivîsê de êrîşên dagirker ên li Sûriyeyê û helwesta welatên rojava hate analîzkirin.

Nivîsa ku Fatîma Hoûda-Pepîn nivîsandiyê tê de qala şerê li Sûriyeyê tê kirin. Hoûda Pepîn dibêje ku, “Hin trajedî ji bîra mirov dernakeve. Ev tiştên ku qewimîn li ber çavê me pêk hatin. Gelekî ku di nav Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê ji hev belav bûye.”

Pepîn dibêje ku, “Bi cesaeretekî mezin şer kirin, jinan jî şer kirin. Komên çete têk birin.”

Hoûda-Pepîn nivîsa xwe ya di 11’ê Kanûnê de qala Rojda Felat kiribû. Pepînê ji bo Felat gotibû ku ‘Ew Napolyona Kurdan e’ û ew kesa salê ya 2017’an îlan kiribû. Felat di şerê Reqayê de fermandarî kiribû.

Pepîn di nivîsa xwe de dibêje ku, “DAÎŞ ji Sûriyeyê hate derxistin lê komên cîhadîst hîn hene. Trûmp qetilkirina kêmaran dide yên din û dixwaze xwe ji vî karî safî bike.”

Pepîn balê dibe ser vî tiştî ku welatên li Rojava li hemberî Tirkiyeyê dengê xwe nakin û dibêje, “Artêşa Tirk sê meh in li ser axa Kurdan operasyoneke mezin dikin. Kanada jî tê de tu welatan dengê xwe nekirin.”

Pepîn helwesta welatên rojava wekî ‘bêrûmet’ destnîşan dike û diyar dike ku Kanada jî di nav vê ‘bêrûmetiyê’ de ye.