Hollanda amadekariyan dike ku Qirkirina Ermeniyan nas bike

Di vê demê de ku têkiliyên navbera Hollanda û Tirkiyeyê xera bûne, Parlamenta Hollandayê amdekariyan dike ku Qirkirina Ermeniyan nas bike.

Hollandayê hefteya bihurî eşkere kiribû ku wan sefîrê xwe yê bilind ê li Enqereyê bi fermî vekişandine. Piştî vê bûyerê, mijara naskirina Qirkirina Ermeniyan kete rojevê. Ji hevparên koalîsyonê Partiya Yekîtiya Xiristiyan (CU) pêşniyar kir û her sê partiyên din ên hikumetê jî destek dan.

Parlamenterê CU Joel Voordewînd ji televîzyona Hollandayê (NOS) re axivî û got, piraniya endamên parlamentê alîgirê wê yekê ne ku komkujiyên sala 1915'an hatin kirin weke "qirkirinê" bên naskirin.

Parlamenta Hollandayê cara yekemîn dixwaze ku di asta wezîran de nûnereke ji bo bîranîna qirkirinê 24'ê Nîsanê serdana paytexta Ermenîstan Erîvanê bike. Hikumetê hê bersiv nedaye vê pêşniyarê. Li gorî NOS'ê helwesta hikumetê wê erênî be. Parlamenterê Yekîtiya Xiristiyan Voordewînd jî di wê baweriyê de ye ku wê îsal yekemcar wezîrekî bişînin Ermenîstanê.

Parlamenta Hollandayê sal 2004'an bi pêşniya CU qala Qirkirina Ermenyan kiribû. Di pêşniyarê de hatibû xwestin, ku endametiya tam a Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê bi şertê naskirina Qirkirina Ermeniyan ve bê girêdan. Û ev pêşniyar hatibû qebûlkirin.