Hîzbûllah û hevalbendên wê di hilbijartinê de bi ser ketin

Di hilbijartina Lubnanê de ku roja Yekşemê pêk hat, Hîzbûllah û hevalbendên wê zêdeyî nîvê wekîlên li meclîsê bi dest xistin.

Gelê Lubnanê roja Yekşemê ji bo hilbijartina parlamentê dengê xwe da. Rêjeya tevlîbûnê 49.2 ji sedî bû. Tevlîbûna li hilbijartina 2009'an 54 ji sedî bû.

Hîzbûllahê li hemû herêman parlamenter der xist. Li Meclîsa ku 128 kursiyên xwe hene, zêdeyî nîvê kursiyan, yanî herî kêm 65 kursî ketin destê Hîzbûllahê û hevalbendên wê.

Hevalbendên Hîzbûllahê ev in: Tevgera Şîa Amal a Serokê Parlamentê Nabîh Berrî, Serokkomar Mîchel Aoûn ku Xiristiyanê Marûnî ye û Partiya Welatparêz a Azad.

Hîzbûllah ku ji aliyê DYA ve weke "rêxistina terorîst" tê qebûlkirin, li Sûriyeyê li kêleka rejîma Esad şer dike. Zêdebûna bandora Hîzbûllahê weke zêdebûna bandora Îranê ya li xeta Sûriye-Iraq-Lubnanê tê dîtin.

Lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah ji bo vê serketinê got, "Serketina exlaqî û siyasî ya berxwedanê."

Partiya Paşerojê ya Serokwezîr Saad Harîrî ku destekê ji cîhana rojava digire, derbeke giran xwar. Partiya Harîrî ji 33 kursiyan daket 21 kursiyan.

Tevî vê yekê jî, li gorî rewşa heyî yekane kesê ku dikare hikumeta nû ava bike, Harîrî tê dîtin. Li gorî sîstema Lubnanê ku desthilatdariyê li gorî mezheban parve dike, Serokwezîr divê Sûnî be.