Hindîstan sala 2022'an wê mirovan bişîne fezayê

Serokwezîrê Hindîstanê Narendra Modî di axaftina xwe ya 'xîtaba neteweyî' de got, ew ê sala 2022'an mirovekî bişînin fezayê.

Serokwezîr Narendra Modî bi wesîleya roja serxwebûnê li Delhiya Nû axivî û got, "Hindîstan sala 2022'yan an jî ku pêkan be zûtir wê jin an jî mêrekî bişîne fezayê."

Serokwezîrê mihafezakar got, welatê wî piştî Rûsya, DYA û Çînê wê bibe welatê çaran ku bi serê xwe dikare vê geşedana zanistî û teknolojîk pêk bîne.

Hindîstan salên 1960'î dest bi bernameya fezayê kiribû û van 10 salên dawî gelekî bi pêş ket.

Rêxistina Lêkolînên Fezayêya Hindistanê ISRO, heftiya bihurî bi daxuyaniyekê got 2019’an ew ê misyoneke bê mirov bişînin serê Heyvê.

Bernameya fezayê ya Hindîstanê Adara 2014’an sondayeke fezayê şandibûn Marsê û wiha bala cîhanê kişandibû ser xwe. Ev sonda hê jî operasyonel e.

ISRO Sibata 2017’an rekorek şikand û di nav yek moşekê de 104 peyk bi cih kiribû.