Hilbijêrên Elman bêzar bûne û daxwaza hilbijartina pêşwext dikin

Tê gotin, ji ber nîqaşên li nava koalîsyonê û helwesta li hemberî çalakiyên li dijî koçberan, piraniya gelê Elman daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

Rojnameya Bîld li ser mijarê bi rêya şîrketa ÎNSA'yê anketek kir. Li gorî anketê, ji ber nîqaşên navbera Partiyên Yekîtiya Xiristina (CDU-CSU) û Partiya Sosyal Demokratan (SPD) baweriya gel a bi hikumeta koalîsyonê kêm bûye.

Li gorî encamên anketê 49 ji sedî yên dengdêrên Elman dixwazin hilbijartina pêşwext bê kirin. 33 ji sedî dixwazin meclîs û hikumeta heyî heta sala 2021'ê dewam bikin. 19 ji sedî ragihandin ku di vê mijarê de ew bê biryar in.

Zêdeyî nîvê dengdêrên CDU-CSU yên tevlî anketê bûne li dij in ku hilbijartina pêşwext were kirin. Dengdêrên SDP'ê, Partiya Çep (Dîe Lînke), Alternatîf ji bo Elmanya (AfD), Kesk û Partiya Demokratên Azad (FDP) daxwaza hilbijartina pêşwext dikin.

DU JI SÊ PARAN NAXWAZIN KU AFD LI MECLÎSÊ HEBE

Li gorî heman anketê, piraniya dengdêran hikumeteke nû ya ji CDU/CSU, SPD û Partiya Keskan erênî dibînin. Tenê 17 ji sedî dixwazin partiya AfD ku dijberê koçberan e cihê xwe di nava hikumetê de bigire. 27 ji sedî yê dengdêran ragihandin ku ew alîgirê koalîsyonek ji partiyên navendê-lîberal FDP'ê ne. 22 ji sedî jî gotin ku ew dixwazin bi Dîe Lînke re koalîsyon were kirin.

62 ji sedî yê dengdêrên Elman hêvîdar in AfD careke din cihê xwe li meclîsê negire ku AfD tevlî xwepêşandanên nîjadperest ên li rojhilatê Elmanyayê bûye. Tenê 20 ji sedî alîgirê wê yekê ne ku AfD bibe şirîkê koalîsyoneke federal.

TENÊ 24 JI SEDÎ DIXWAZIN KU MERKEL SEROKWEZÎR BE

42 ji sedî yê beşdarên anketa ÎNSA'yê di wê baweriyê de ne ku Angela Merkel wê di hilbijartina bê de ji nû ve bibe namzet. Yên ku ji vê yekê bawer dikin jî bi giranî dengdêrên ji partiyên CDU-CSU ne.

39 ji sedî jî dibêjin, Merkel wê nebe namzet.

Rêjeya dengdêrên ku dixwazin Merkel ji nû ve bibe serokwezîr an jî wezîfeya xwe ya niha bidomîne, tenê yek ji çar paran e. Tenê 24 ji sedî dixwazin Merkel serokwezî bimîne. 56 ji sedî li dijî wezîfeya Merkel in.