Hikumeta nû ya Fîlîstînê ava bû, Hamas di nav de nîne

Serokwezîrê nû yê Fîlîstînê Mûhammed Ştayyeh, hikumet ava kir. Hikumet ji tifaqên demdirêj ên El Fetîhê pêk tê. Hamas di nava hikumetê de cih nagire.

Hikumeta nû ya Fîlîstînê ji wan kesan pêk tê ku dilsozê Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas in.

Lê belê di nava hikumetê de hin rêxistinên siyasî yên biçûk jî hene. Gelek wezîfeyên diyarker, mîna dema hikumeta Ramî Hamdallah mîna berê man. Hamdallah sala 2014'an bûbû Serokwezîr.

Serokwezîrê nû Mûhammed Ştayyeh kesekî nêzî Mahmûd Abbas e. Pispor dibêjin, Mahmûd Abbas ji bo Hamasê hinekî din îzole bike wezîfeya avakirina hikumetê daye Ştayyeh.

Hamas jî li dijî "yekalîtî û desthilatdariya yekdestî" nerazîbûnê nîşan dide û bang dike ku hikumeteke yekîtiya neteweyî bê avakirin ku tevgera Îslamî jî di nav de hebe. Hamas Şerîda Gazzeyê kontrol dike û hevrikê El Fetîh e.

Piştî ku Hamasê sala 2007'an Şerîda Gazzeyê kontrol kir, di navbera her du tevgeran de alozî heye.

DYE'yê, hikumeta nû ya ji aliyê Ştayyeh ve hate avakirin pîroz kir. Şêwirmendê Serokê DYE'yê Donald Trump û nûnerê taybet ê hevdîtinên navneteweyî Jason Greenblat, li ser Twitterê daxuyaniyek weşand û got, "Em hêvî dikin ku bi tecrûbeyên kesên heyî, ji bo aştiyê û başkirina jiyana Fîlîstîniyan karibin bi hev re bixebitin. Dem hatiye ku rûpelekî nû bê vekirin."

Hevdîtinên navbera Fîlîstînî û Îsraîliyan ên li ser çareserkirina pirsgirêkê, sala 2014'an piştî danûstandinên neserketî, xitimîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ku hefteya derbasbûyî di hilbijartinên giştî de bi ser ket, ji çareseriya bi rêbaza 'du dewletan' dûr ket.

Hikumeta nû ya Fîlîstînê di demeke welê de ava bû ku rêveberiya Trump dixwaze plana xwe ya 'aştiyê' eşkere bike. Plan ji aliyê zavayê Trum Jared Kushner ve hate amadekirin, ku Kushner Yahûdiyekî ortodoks e û bi Netanyahû re xwedî têkiliyên baş e. Trump jî ji dema bû desthilatdar û vir ve têkiliyên xwe yên bi Netanyahû re xurt kir. Trump bi taybetî Qûds weke paytexta Îsraîlê nas kir û serweriya Îsraîlê ya li ser beşek ji herêma Golan a ji Sûriyeyê hate wergirtin, nas kir.