Hibijartiyên li sirgûnê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di roja 37'an de didome, hilbijartiyên HDP'yî jî dest bi greva birçîbûnê ya 4 rojan kirin.

Îro gelek HDP'yiyên hilbijartî ku li ber Konseya Ewropayê (KE) bang li CPT'yê kirin ku ji bo greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya HDP'ê Leyla Guven bihistyar be û xwestin ku tevbigere, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan kriin. Greva birçîbûnê heta Înê wê bidome.

Navê kesên ku ji bo destekê bidin greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê wiha ne: Filîz Koçalî, Kemal Aktaş, Nursel Aydogan, Leyla Imret, Alî Şîmeşk, Besîme Konca, Emrullah Bîngul, Îhsal Çelîk, Songul Çelîk, Demîr Çelîk, Lezgîn Botan, Hasan Vural, Sîbel Yîgîtalp, Huseyîn Guneş, Leyla Birlîk, Tugba Hezer, Zekî Çetîn, Sabîha Gunduz, Faysal Sariyildiz, Hayrî Ateş, Rûken Eryilmaz.