Hêzên rejîmê kîlometreyek ji Han Şeyhûnê dûr in

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlîbê kîlometreyek ji Han Şeyhûnê dûr in ya ku gelekî stratejîk e.

Beşeke mezin a herêma Îdlîbê û hin qadên li Helep, Hama û Lazkîyeyê di destê çeteyan de ye. Rejîma Enqereyê piştgirî didin van çeteyan. Rejîma Tirk di muzakereyên Soçî û Astanayê de jî berdevkiya van çeteyan dike.

Rejîma Sûriyeyê di dawiya meha Nîsanê de operasyona li ser Îdlîbê dabû destpêkirin. Ev herêm di bin destê çeteyên Heyet Tahrîr El Şam de ye yên ku têkiliya wan bi El Kaîdeyê re heye.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên rejîmê roja Yekşemê, kîlometreyek li rojavayê Han Şeyhûnê di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyan de şerekî dijwar heye.

Mala Çavdêriyê ragihand ku di şerê şevê din de herî kêm 26 çete û 11 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Bi desteka balafirên şer ên Rûs hêzên rejîmê ji bo kontrolkirina Han Şeyhûnê pêş ve diçin.

Han Şeyhûn li ser rêya sereke ya Şam û Helebê ye. Rejîma Sûriyeyê roja Yekşemê gundê Tel El nûr a dikeve bakur rojavayê Han Şeyhûnê kontrol kir û nêzî rêya sereke bû.

Li gorî Mala Çavdêriyê rejîma Sûrieyê dixwaze ji rojava û bakur ve Han Şeyhûnê dorpêç bike.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku ji dawiya meha Nîsanê ve herî kêm 1370 çete û zêdetirî 1200 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Di êrîşên hewayî de jî zêdetirî 860 sivîl mirine.