Hêzên rejîmê bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê anîn Idlibê

Hate gotin rejîma Sûriyê ji 400'î zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên Dêrazorê birin Idlibê ya ku operasyona li ser hate taloqkirin.

Li gorî daneyên Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a  Sûriyê (SOHR) ji 400'î zêdetir çete rasterast ji hêla hêzên rejîmê ve, ji nêzî bajarê Bukamalê ya Dêrazorê li rojhilatê Idlibê hatin danîn. Li gorî Mala Çavdêr çeteyên DAÎŞ'ê anîn heta cem herêma ku komên dî yên çete yên dijî rejîmê lê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ti agahiya wan jê tine bê ka çeteyên DAÎŞ'ê ketine nav wan qadên ku komên dî yên çete lê ne , yan na.

Li gorî Mala Çavdêr çete duh berê sibehê birine herêmê.

Li Idlibê ku ji meha borî ve di rojevê de bû ku rejîma Sûriyê û Rûsya ji bo ku wê bistînin wê operasyonê li ser bidin destpêkirin, herî dawî Rûsya, Îran û Tirkiye li hev kiribûn. Hatibû gotin operasyon navborî heta 15'ê Cotmehê bi şertê ku hêz wê li herêma 15-20 kîlometreyî werin bêçekkirin hatiye taloqkirin.

Rejîma Sûriyê beriya niha jî destûr dabû ku bi hezaran çete li gel malbatên xwe ji başûr û rojavayê welêt derbasî Idlibê bibin.