Hêzên Lîbyayê li Moskovayê ne: Gelo wê agirbest pêk were?

Xelîfe Hefter ê li Lîbyayê û şefê hikumeta Trablûsê Fayyez El Saraj ji bo agirbestê li Moskovayê ne. Lê agirbest bi binpêkirinan dest pê kir.

Di sala 2011’an de rejîma Kaddafî ji aliyê NATO’yê ve hatibû hilweşandin û ji wê rojê şûnde aloziyeke mezin heye. Li rojhilatê welat hêzên Xelîfe Hefter û li rojavayê wê jî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî jî wê nas dike.

Hêzên Xelîfe Hefter ji Nîsana 2019’an û vir ve ji bo stendina Trablûsê operasyonek dane destpêkirin. Hefteya borî bajarê Sîrte yê stratejîk kete bin kontrola hêzên Hafterê. Şerê di navbera her du hêzan de, ev 9 meh in didome.

Dewleta Tirk bi hikumeta Trablûsê re di meha Mijdarê de peymanên leşkerî û behrê çêkir, piştre jî teskere qebûl kir. Ev gav aloziya li Lîbyayê zêdetir kir.

Rûsya û dewleta Tirk li Lîbyayê piştgiriyê didin hêzên cihê û banga agirbestê kirin. Agirbesta her du hêzan a li Sûriyeyê pêk nehatibû.

BI AGIRBESTÊ RE BINPÊKIRINAN JÎ DEST PÊ KIR

Hefter û El Sarraj bersiveke erênî dan banga agirbestê û roja Yekşemê piştî saet 01.00’an agirbest hate destpêkirin. Lê piştre her du hêzan hev sûcdar kirin ku li gorî agirbestê tevnagerin. Fermandarê Artêşa Lîbyayê yê girêdayî Hafter diyar kir ku wan wesayîteke hewayî ya dewleta Tirk xistine.

Dewleta Tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê kir û gelek çek, wesayîtên zirxî û hewayî ji Lîbyayê re şand. Di hefteyên dawîn de bi balefiran gelek çeteyên li Sûriyeyê bir Trablûsê.

HÊVIYA LI MOSKOVAYÊ!

Hefter û Sarraj îro ji bo agirbestê îmze bikin, çûn serdana Moskovayê. Armanca vê serdanê ev e ku agirbest fermî were ragihandin.

Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî pêşniyaz kiribû bila li Berlînê li ser Lîbyayê konferanseke aştiyê were lidarxistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî telefonî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir ku bila ‘agirbest ewle, mayînde be û were kontrolkirin.’

Tê diyarkirin ku Fransa, Rûsya, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Urdun û Misir piştgiriyê didin Hafter. Tirkiye û Katar jî piştgiriyê didin Trablûsê. Derketibû holê ku Rûsyayê ji ser şîrketekê bi hezaran leşkerên bi meaş şandibû wir.

Di warê mayindebûna agirbesta li Lîbyayê de gumanên mezin hene. Ji ber ku yek ji garantorê agirbestê dewleta Tirk a dagirker e. Ev jî îxtîmala çareseriyê kêmtir dike.

Heta niha di sala 2015’an de li Fasê peymana Skhrîat, di 1-2’ê Tîrmeha 2017’an de û di Gulana 2018’an de civînên Parîsê, di Mijdara 2018’an de konferansa Palermoyê û di Sibata 2019’an de jî Peymana Abû Dabîyê hatibû kirin. Ev peyman bûbûn sedema hêviyê lê bi ser neketibûn.