Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiyên gerîla yên li Başûr û Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên 15'ê Gulanê ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 15'ê Gulanê hin çalakî kirin. Çalakiyên hatine kirin wiha ne:

Saet 16:10'an li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser griê Lêlîkan ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê hêzên me çalakiyek kirin. Di vê çalakiya gerîlayên me yên YJA Starê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên A-4 û bombeavêjan li derdorê reşandin.

Saet 18:30'î, hêzên me li leşkerên TC ên dagirker ên li geliyê Elî Dirêj ê li herêma Bradostê xistin. Hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Dijmin piştî vê çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û bomberdûman kir.

Saet 20:00 li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê hawan û obus avêt herêmê.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, roja 15'ê Gulanê saet 13:00 li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser girê Şehîd Sîdar ê li herêma Meskanê ya Colemêrgê, hêzên me çalakiyek kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Dagirkeran piştî çalakiyê hawan avêtin derdorê û bomberdûman kirin."