Hêzên ewlekariyê yên Polonyayê bi gazê êrişî koçberan kirin

Hêzên ewlekariyê yên Polonyayê bi bombeyên gazên êriş birin ser penaberên li ser sînorê Belarusê asê mane.

Koçberên li gundê Kusnica yê li ser sînorê Polonya û Belarusê bûn hedefa êrişa hêzên Polon a bi bombeyên gazê.

Wezareta Parastinê ya Polonyayê îdîa kir ku koçberan bi keviran êriş kirine û bi vî rengî hincet ji êrişa xwe ya bi gazê re peyda kir.

Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşkeno diyar kir ku ew naxwazin krîza koçberan a li ser sînor veguhere şerekî bi cîranên xwe yên Ewropayê. Rayedarên Eworpî Belarusê sûcdar dikin ku bi zanebûn krîza koçberan bi rêxistin dike.

Piştî rageşiya hefteyekê, Yekîtiya Ewropayê û DYE'yê roja Duşemê ragihandin ku wê pêkanînên cezakirina Minskê berfireh bikin.

Piraniya koçberan di serî de Kurd ji Rojhilata Navîn e.

Koçberên li herêmê nikarin xwe bigihînin malzemeyên bingehîn ên jiyanî. Xaça Sor a Belarusê roja Sêşemê sê ton alîkarî gihand herêmê.