Hêzên deryayî yên Yewnan li dijî tehdîtên Tirkiyê ketin tevgerê

Hêzên deryayî yên Yewnanistanê, piştî tevgera dewleta Tirk a li deryaya Ege yê, ketin nava liv û tevgerê.

Li gorî nûçeya AFP’ê dayî diyarkirin, Hêzên Deryayî yên Yewnanê piştî xebatên keşfê yên dewleta Tirk li deryaya Egeyê, ketin nava tevgerê û “amadekariyên xwe zêde kirin”.

Jêgerek a leşkerî ya Yewnanan got; “Yekîneyên Hêzên Deryayî ji duh (roja Sêşemê) û vir ve, Başûr û Başûrê Rojhilatê Deryaya Egeyê hêzên xwe xistin nava tevgerê.”

Ji êvara 21’ê Tîrmehê heta niha, pirsgirêkên di nava Atîna û Enqerê de mezin bûn. Dewleta Tirk ji bo ava bejaya Yewana 18 keştiyên şer û keştiyek sontajê şand rastî grava Kastellorrîzo (Kizilhisar) ê.

Rojnameya Ta Nea jî ketina tevgerê ya Yewnanistan bi manşet belav kir. Çapemeniya Yewnan jî hema bêje balkişand li ser ku giştî li dijî vê provakasyona nû ya Enqerê li deryaya Egeyê ketiye nava liv û tevgerê.

Navenda rojnameya çepgir Ta Nea jî got: “Her tişt bi lez pêşket”. Rojnameyê wiha nivîsî; “Enqereyê ji bo valahiyên giravê 18 keştiyên şer şandin û ji bo gemiya jêr deryayî ya lêgerina sotemeniyan biçe herêma Oruç Reîs, pêwîste ji lîmana Entalyayê veqete.”