Hêzên dagirker gundên Serêkaniyê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker bi topên hawanan êrîşî gundên Serêkaniyê kirin.

Diyar bû di êrîşê de jingehên sivîlan yên li Til Xelef, Keşta, Til Erqem û Til Sexir bûne hedef.

Hêzên dagirker danê sibê li ser rêya gundê Til Xelef yê Serêkaniyê kedkarek kirîbû hedef. Ehmed Îsa yê ku nuqteya bendê boye dikir di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Li kuleyeke ya nobetê ya li ser sînorê Serêkaniyê şeva Duşemê sivîlên ku li Taxa Muheta haitbûn gulebaran kirin. Di êrîşê de zarokê Ereb yê bi navê Abdulkerim Sahlan birîndar bûbû.

Di êrîşên di nava vê mehê de herî kêm 3 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi êrîşên 20’ê Çile bi ser Efrînê re êrîşên xwe yên li ser sînorên li herêmê jî zêde kir. Li Efrînê bi dehan zarok û bi sedan sivîl hatin qetilkirin.