Heyetan li Qendîlê daxuyanî dan: Li ber dagirkeriyê rabin

Heyetên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe dan Qendîlê, serdana çalakgerên mertalên zindî kirin.

Eniya Neteweyî ku ji gelek nivîskar, aktîvîst, alimên olî û siyasetmedaran pêk tê û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ava bû, tevî heyeta KNK'ê danê sibehê ji gelek deveran berê xwe da Qendîlê.

Bi sedan kesên ji Silêmanî, Germiyan, Xaneqîn, Duhok, Helebçe, Hewlêr û gelek herêmên din bi rê ketin, li bajarokê Sengeser ê herêma Raperînê gihîştin hev û bi awayekî girseyî berê xwe dan Qendîlê.

Heyetan li Qendîlê serdana çalakgerên mertalên zindî kirin û piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

Nûnerên saziyan bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.